Trump êrîşa serbazî ya li ser Îranê rawestand

Trump şertên lihevkirineke nû eşkere dike

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyamekê de li ser tora civakî ya "Truth Social"ê ragihand ku wî fermana rawestandina êrîşeke serbazî ya mezin a li ser Îranê daye; ev biryar jî piştî wê yekê tê ku aliyê Îranî û çend welatên Rojhilata Navîn daxwaza derfetê kiriye, ji bo gihîştina bi lihevkirinekê.

Trump tekez kir ku artêşa Amerîkayê di amadebaşiya tam de ye û hêzeke serbazî ya weha kom kiriye ku ji piştî Cenga Cîhanî ya Duyê ve mîna wê nehatiye dîtin. Herwesa got: "Amerîka amadeyî weşandina derbeke tund bû ku di asta terora serbazî, hêz û desthilatê de bêwêne bû."

Li gorî gotinên Serokê Amerîkayê, sedema rawestandina vê êrîşê bo wê yekê vedigere ku Îranê û welatên deverê daxwaza demê kirine, ji bo bicihanîna çarçoveya lihevkirinekê. Xalên sereke yên vê lihevkirinê ev in: Vekirina yekser, tam û hertimî ya Tengava Hurmizê, herwesa bidawîanîna gefên atomî yên Îranê bi rengekê yekcarî.

Trump amaje bi wê yekê jî kir ku wî ev biryar ji bo berjewendiya paşeroja cîhanê û herwesa ji bo "mana Îraneke serkeftî û pêşkeftî" daye, lê tekez jî kir ku betalkirina êrîşê bi wê yekê ve girêdayî ye ka gelo alî dikarin bi lezgînî lihevkirinê îmze bikin an na.

Serokê Amerîkayê eşkere jî kir ku dewleta Îsraîlê jî piştgiriya vê biryarê dike û ligel Waşintonê di vê pabendbûnê de hevpar e. Trump berê xwe da tîmên peywendîdar jî û got: "Herin ser karên xwe û temam bikin."