Bin Selman û Trump tekez li ser dîplomasiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Şehzadeyê Cînişîn ê Siûdiyê û Serokê Amerîkayê di peywendiyeke telefonî de rewşa aloz a Rojhilata Navîn nîqaş kir. Mihemed bin Selman tekez li ser zimanê diyalogê kir, piştî ku Trump ragihandibû ku wî êrîşeke serbazî ya mezin a li ser Îranê rawestandiye daku derfetê bide çareseriya dîplomatîk.
Ajansa Nûçeyan a Siûdiyeyê (WAS) îro (Yekşem, 2ê Tebaxa 2026ê) belav kir ku Şehzadeyê Cînişîn ê Siûdiyê Mihemed bin Selman Mihemed bin Selman û Serokê Amerîkayê Donald Trump di peywendiyeke telefonî de guhertinên dawiyê yên deverê û bandorên wan ên herêmî û navdewletî nîqaş kirin.
Li gorî ragihandina ajansa navborî, Mihemed bin Selman di wê peywendiyê de tekez li ser pêdivîtiya pêşxistina zimanê diyalogê ji bo kêmkirina aloziyan kiriye. Diyar jî kiriye jî ku pêdivî ye hemî bizav bên kirin, daku aramiyek çê bibe û rê li ber çareseriya dîplomatîk vebe, bi armanca parastina ewlehî û aramiya deverê û rêgirtina li berfirehbûna şer û pevçûnan, ku bandorên wan ên nerênî digihin asta navdewletî.
Her di wê peywendiyê de, her du aliyan behsa peywendiyên dualî yên navbera Riyad û Waşintonê û rêyên pêşxistina hevkariyên navbera her du welatan di warên cuda cuda de kir.
Berî niha Serokê Amerîkayê ragihandibû ku wî êrîşa serbazî ya li ser Îranê li ser daxwaza Tehranê û çend welatên deverê rawestandiye; ev yek jî bi merema peydakirina derfetê ji bo îmzekirina lihevkirineke bilez ku vekirina Tengava Hurmizê û bidawîanîna gefên atomî garantî bike.
Trump amaje bi wê yekê jî kiribû ku hêzên Amerîkayê bo weşandina derbeke serbazî li Îranê di lûtkeya amadebaşiyê de bûn, bi awayekî ku ji piştî Cenga Cîhanî ya Duyê ve mîna wê nehatiye dîtin.