Mehmet Kaya: Em dixwazin yasayek taybet bo geşepêdana aboriya herêmê derbikeve
Diyarbekir (K24) - Nîqaş û pêşbîniyên derbarê yasaya çarçoveyî de berdewam in, ku li aliyekê siyasetmedarên opozîsyonê dibêjin derbarê naveroka yasayê de navbera Dem Partî û Ak Partî de nakokî hene, li aliyekê jî karsazên Bakurê Kurdistanê dibêjin divê yasa ji aliyê ewlekariyê ve hemû astengiyan ji holê rake û zemîna demokratîkbûnê ava bike, da ku pêşiya geşepêdana aboriyê were vekirin.
Tê pêşbînîkirin ku yasaya çarçoveyî ango yasaya pêvajoyê di hefteya bê de bo serokatiya Parlementoyê were pêşkêşkirin û piştî ku ji komisyona dadê derbas bibe jî, wê bo pesendkirina yasayê di parlementoyê de deng were dayîn. Derbarê yasaya çarçoveyî de siyasetmedarên opozîsyonê balê dikêşin ku divê yasayek wisa be ku hem endamên PKKê yên ku vegerin, hem kesên zindanî ne û hem jî kesên dîasporasyê ne bikaribin sûdê jê werbigrin.
Parlamenterê Partiya Nû yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu di vî warî de got: “Qasî agahiyên ketine destê me, Ak Partiyê lijneyek teng bo amadekirina yasaya çarçoveyî amade kiriye û paşê jî derbarê naveroka yasayê de Ak Partî bi Dem Partiyê re hevdîtin kiriye û Dem Partiyê derbarê naverokê de nerazîbûna xwe nîşan daye û gotiyê divê yasayek giştgir be.”
Sezgîn Tanrikulu herwesa ragihand: “Em jî didin zanîn ku piştgiriya jiholêrabûna çekan dikin, pirsa kurd bi çekan çareser nabe û bi danîna çekan jî çareser nabe, divê zemînek demokratîk were avakirin û hemû alî divê ji yasayê sûdê werbigrin.”
Derbarê yasaya çarçoveyî de karsaz jî bihêvî ne ku zemîna geşepêdana aboriyê derbixe hole, ku bal tê kêşan sedema paşmayîna aboriyê çaresernebûna pirsa kurd ve girêdayî polîtîkayên tund ên ewlekariyê bûn û niha derfetek hatiye ber deriyê Tirkiye ku bikaribe di her warî de pêşiya xwe bide vekirin.
Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê Mehmet Kaya jî got: “Hem serokkomar hem jî wezîrê bazirganiyê bal kêşandin ku şer û pevçûnan ji 2 tirilyon dolaran zêdetir zirar daye aboriya Tirkiyeyê, ku ev yek têkiliya navbera çaresernebûna pirsa kurd û aboriyê nîşan dide. Ji ber vê yekê jî yasaya ku derbikeve girîng e lê divê piştî wê yasayê yasayek taybet bo geşepêdana aboriyê derbikeve.”
Mehmet Kaya herwesa ragihand: “Em dixwazin di vî warî de yasayek taybet a aboriyê bo herêma me were derxistin, da ku navbera herêman de jî wekheviyek çê bibe, em dixwazin bazirganiya bi Herêma Kurdistanê re jî were pêşxistin û astengî ji holê werin rakirin.”
Saziyên sivîl û siyasetmedar balê dikêşin avakirina komîsyonê rengek fermî yê pêvajoyê çê bû û bi yasayê jî dê rengek hiqûqî yê pêvajoyê çê bibe, lê bo çareseriyek mayînde û bo ku sedem ji holê rabin pêdivîtî bi guherîna makezagonê heye.”