Mesrûr Barzanî cejna Çileyê Havînê li Êzidiyan pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de cejna Çilê Havînê li Êzidiyan pîroz kir û got: “Ez dê wekî herdem piştevaniya maf û daxwaziyên we bikim.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro îro (Yekşem, 2ê Tebaxa 2026ê) bi helkefta Cejna Çilê Havînê di peyamekê de pîrozbahî li Êzîdiyên Kurdistanê û cîhanê kir û hêvî xwest ku rojên vê cejnê bi xêr, xweşî û aramî derbaz bikin.

Her di wê peyamê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêviya paşerojeke baştir ji bo Êzîdiyan xwest û tekez jî kir ku ew wekî her gav piştevanên maf û daxwazên wan e.

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta Cejna Çilê Havînê

"Bi helekfta hatina Cejna Çilê Havînê, ez pîrozbahiyeke germ li tevaya xûşk û birayên Êzîdî yên Kurdistanê û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im bi xêr, xweşî û tenahiyê rojên cejnê biborînin.

Ez hêviya paşerojeke baştir bo xûşk û birayên Êzîdî dixwazim û ez wekî her gav piştevanê maf û daxwaziyên wan im.

Cejna Çilê Havînê pîroz bit û her di xweşiyê de bin.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

02ê Tebaxa 2026ê