Hikûmeta Herêmê 3 milyar dînar ji bo taxên Zaxoyê xerç dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Di nava senterê bajêrê Zaxoyê de, niha karê çêkirina cadeyên heft tax û kolanan tê kirin. Taxa Hîzilê ku pitirî 20 salan e hatiye avakirina, niha qonaxa qîrkirina cadeyên wê taxê hatiye destpêkirin, welatî bi van xizmetkariyan dilxweş bûne û spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya projeyên xizmetguzariyê de, li navenda Zaxoyê dest bi çêkirin û qîrkirina kolanên 7 taxên cuda kiriye. Yek ji van taxan Hîzilê ye ku tevî 20 sal ser avakirina wê re derbas bûne, cara yekem e xizmetguzariya qîrkirinê lê tê kirin.
Ev projeyên ku bi giştî 54 kîlometre rê li xwe digirin, bi lêçûna 3 milyar dînarî tên meşandin. Endazyarê projeyê, Erşed Pîro diyar kir, wan di qonaxa yekem de konkrît qedandiye û niha dest bi qîrkirinê kirine; tê payîn ku di nav hefteyekê de hemû kar bi dawî bibin.
Ji bilî qîrkirinê, proje çêkirina sîstema kanalîzasyonê, xetên avê û torên elektrîkê jî li xwe digire. Serokê Şaredariya Zaxoyê Yûnis Mihemed destnîşan kir, wan di serî de giringî daye pergala kanalîzasyonê, ji bo ku di Zivistanê de rê li ber çêbûna lehiyan were girtin.
Welatiyên taxê kêfxweşiya xwe ya ji bo van xebatan anîn ziman. Welatiyê bi navê Rêdêr Ekrem got: "Berê em havînan di nav tozê û Zivistanan de jî di nav heriyê de bûn. Em spasiya hikûmetê dikin ku ev pirsgirêka me çareser kir."
Li gorî daneyên fermî, beriya çar salan rêjeya qîrkirina kolanan li Zaxoyê tenê %40 bû. Piştî ragihandina Zaxoyê wekî îdareyeke serbixwe, ev rêje derket %90î û bi van projeyên dawî re dê bigihîje %95an. Ev pêngav bi raspardeya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî tê meşandin, da ku ti kolaneke Zaxoyê bê xizmetguzarî nemîne.