Sê şêwekarên Kurd li Polonyayê beşdarî pêşangeheke navdewletî dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Sê şêwekarên Kurd, Ehmed Nebez, Kosar Celal û Xeyrî Adem, bi tabloyên xwe beşdarî 27emîn Pêşangeha Navdewletî ya Şêwekariyê ya li Polonyayê dibin.
Şêwekar Ehmed Nebez îro 2ê Tebaxa 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, ew wek sê şêwekarên Kurd, beşdarî pêşangeha navdewletî ya bi navê "Rengên Malopolskayê" dibin. Ev pêşangeh li bajarê Miechow ê Polonyayê tê lidarxistin.
Li gorî Ehmed Nebez, di vê pêşangeha giring de 28 hunermendên ji şeş welatên cuda (Kroatya, Kurdistan, Lîtvanya, Polonya, Slovakiya û Slovenya) dicivin. Armanca sereke ya vê kombûnê, pevguhertina ezmûnan, afirînerî û pêşxistina têkiliyên çandî yên di navbera gelan de ye. Nebez diyar kir ku her şêwekarek dê bi ziman û şêwazê xwe yê taybet, nêrînên nû yên li ser xwezayê, jiyanê û çandê li ser kanvasê xêz bike.
Ehmed Nebez bal kişand ser giringiya vê beşdariyê û got: "Ev ne tenê çalakiyeke hunerî ye, lê belê derfetek e ku em huner û çanda Kurdistanê di asta navdewletî de bidin naskirin. Ez hêvî dikim ku berhemên me wêneyekî bedew ê hunera Kurdistanê nîşanî cîhanê bidin."
Nebez her wiha aşkere kir, dê di nava du hefteyan de bajarê Miechow û derdora wî bibe "stûdyoyeke vekirî" ji bo karê hevbeş ê şêwekaran. Şêwekar dê li ser dîmenên xwezayî û şûnwarên dîrokî kar bikin û wan ezmûnan derbasî ser tabloyan bikin.
Li gorî bernameya pêşangehê, piştî du hefteyan karên şêwekaran dê di pêşangeheke hevbeş de werin nîşandan. Bi vî awayî xelkê Polonyayê û mêvanên biyanî dê encama vê hevdîtina hunerî ji nêz ve bibînin.
27emîn Pêşangeha navdewletî ya Şêwekariyê "Rengên Malopolskayê", dê sibe 3ê Tebaxê dest pê bike û dê du hefteyan berdewam bike.