Wall Street Journal: Welatên Kendavê li hember Îranê dabeş bûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) aşkere kir ku welatên Kendavê ji ber "nediyariya" stratejiya Amerîkayê ya li dijî Îranê, di nav nîgeraniyên giran de ne. Di dema ku Saudiye daxwaza dîplomasiyê dike, Îmarat di wê baweriyê de ye ku tenê "derbên leşkerî" dikarin Îranê rawestînin.
Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal, di raporteke xwe ya îro 2ê Tebaxa 2026an de, bal kişand ser nakokiyên navbera Washington û hevpeymanên wê yên li Kendavê.
Li gorî raportê, Serokê Amerîkayê Donald Trump êrîşên leşkerî yên li dijî Îranê rawestandine. Ev biryar piştî daxwaza welatên Kendavê (bi taybetî Saudiye) û navbeynkarên herêmî hatiye girtin ku daxwaz kiribûn derfetekê bidin dîplomasiyê. Her wiha hat diyarkirin ku Qeterê ji bo vekirina Tengava Hurmizê pêşniyareke nû pêşkêş kiriye û Îran jî ji bo gotûbêjan amade ye, tevî ku li ser kontrolkirina rêyên deryayî û lêçûnên veguhastinê hîn pirsgirêkên mezin hene.
WSJ amaje bi dabeşbûneke kûr di navbera hevpeymanên Amerîkayê de dike û dibêje, Siûdiyê bi fermî daxwaz ji Trump kiriye ku giringiyê bide dîplomasiyê û rageşiyê kêm bike. Riyad di heman demê de li benda garantiyên ewlehiyê yên bihêztir e ji Washingtonê.
Herwiha destnîşan kir, Îmarat di wê baweriyê de ye ku tenê kiryarên tund û leşkerî yên Amerîkayê, dikarin Komara Îslamî ya Îranê neçarî paşvekişandinê bikin.
Welatên Kendavê hişyarî didin ku dirêjbûna vî şerî, binesaziya wan yên wekî santralên elektrîkê û westgehên avê dixe bin metirsiya êrîşên Îranê û milîsên ser bi wê ve. Ew ditirsin ku Amerîka nikaribe wan di bin êrîşên tolhildanê yên Tehranê de biparêze.
Raport destnîşan dike, şerê li dijî Îranê di nav dengdêrên Amerîkî de nayê pesendkirin û ev yek bandoreke neyînî li şansê Komarparêzan di hilbijartinên meha Mijdarê de dike. Hat ragihandin ku berpirsên Îranî vê "lawaziya navxweyî" ya Trump wekî karteke guşarê di danûstandinan de bikar tînin.
Di dawiya raportê de, dîplomatekî Îranî ji rojnameyê re ragihandiye ku heke hewildanên dîplomatîk bi ser nekevin, dibe ku Supaya Pasdaran a Îranê dest bi êrîşeke "pêşwext" bike, eger Amerîka êrîş neke jî.