Pizîşkiyan: Peymana nû dê bibe bingeha peywendiyên me yên derve

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand, yadastnameya hevtêgihiştinê ya nû ya hatî îmzekirin, dê di pêşerojê de bibe navenda giranî ya peywendiyên derve yên Îranê û asta ewlehiya navçeyê bilind bike.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 2ê Tebaxa 2026an li ser hesabê xwe yê tora civakî “X” diyar kir, ev yadastnameya hevtêgihiştinê ne biryareke kesane ye, lê belê "berhema aqil û nirxandina bi komel a hemû endamên Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ye" û hemû endamên encûmenê li ser vê peymanê hevnêrîn in.

Serokkomarê Îranê destnîşan kir, ev peyman dê di pêşerojê de bibe "xala werçerxanê" û bingeha sereke ya peywendiyên derve yên Komara Îslamî ya Îranê. Pizîşkiyan destnîşan kir, ev gava dîplomatîk dê pêgeha Îranê ya di asta navneteweyî de biguherîne.

Pizîşkiyan di peyama xwe de hişyariyek jî da û got: "Divê em hemû hewildanên xwe bidin da ku dijmin neçar bikin ku pabendî wan soz û peymanan ku îmze kirine bibe." 

Di dawiya peyama xwe de, Mesûd Pizîşkiyan tekezî li ser giringiya peymanê kir û got: "Bi cîbicîkirina vê rêkeftinê, ewlehiya neteweyî ya Îranê, aramiya navçeyê û ewlehiya hevpeymanên me dê bigihîje asteke gelekî baştir û bihêztir."