Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em jênosîda Êzîdiyan û wehşeta DAIŞê ji bîr nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk di salvegera 12ê ya komkujiya Şengalê de peyamek belav kir û tê de ragihand ku ew hovîtiya li hemberî Kurdên Êzîdî ji bîr nakin, herwesa bang li hikûmeta Bexdayê û Neteweyên Yekbûyî jî kir ku ji bo vegera awareyan statûyeke taybet ji bo Şengalê nas bikin.

Peyama Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk:

Em Hovîtiya Li Şengalê Ji Bîr Nakin!

            Li dîroka Kurdên Êzidî bi dehan caran fermanên hovanê hatin zêdekirin. Armanca van fermanan tenê ne qetilkirina bedena mirovan bû, di heman demê de çand û baweriya wan a qedîm jî hedef hat girtin. Lewra li Rojhilata Navîn bi destê netewe-dewletên herêmê û modernîteya kapîtalîst, nijadperestî û yekparêziyeke tund hat avakirin. Li gorî vê ferasetê tenê çand û baweriya gelên serdest dikaribû bijiya, lê tu qedr û qîmeta çand û baweriya gelên ne serdest tune bû. 

            Fermana 74an ku 12 sal berê li Şengalê pêk hat, di nava van şert û mercan de derket holê. Her çiqas êrişkar û kujer çeteyên DAÎŞê bin jî, dewleta Iraqê û hêzên navneteweyî jî berpirsiyariya xwe ya parastina gel neanîn cih. Li ber çavên cîhanê li Şengalê jin, zarok, mêr, pîrejin û kalemêr ji 5 hezarî zêdetir Kurdên Êzidî hatin qetilkirin, jin rastî tundiyeke zayendî ya hovane hatin û li bazaran wekî kole hatin firotin. Kesên ji vê kerasetê xelas bûn, bi neçarî ji war û malên xwe koçber bûn. Hê jî aqûbeta hezaran kesan ne dîyar e û bi hezaran kes jî li kampên penaberiyê di nava şert û mercên dijwar de dijîn. 

            Bêguman jenosîda ku di 3ê Tebaxa 2014an de dest pê kir, tenê di hişûbîra gelê Ezidî de ne travmayeke mezin e. Herwiha ev jenosîd di hişbûbîra hemû Kurdistaniyan de travma û êşeke giran e. Lewra di wan rojên tarî de kêmasiya yekîtiya neteweyî ya Kurd cardin bi awayekî tund xwe dabû hîskirin. Dîsa jî korîdora azadiyê bi destên şervanên azadiyê hat vekirin û çiya di van rojên zehmet de bûn stargeh. Ji ber vê, ezmûna fermana 74an ji bo her Kurdekî welatperwer girîngiya yekîtiyê jî nîşan dide. 

            Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), di 15ê Hezîrana 2016an de êrişa li dijî gelê Êzidî wekî “Jenosîd” qebûl kir. Wekî NY divê di serî de dewletên ku Êzidî lê dijîn, hemû dewlet vê kerasetê wekî jenosîd pênase bikin. Herwiha Parlamentoya Tirkiyeyê jî xwedî berpirsiyar e ku vê kerasetê wekî jenosîd qebûl bike. Lewra bi mîlyonan xwişk û birayên gelê Êzidî di nava sînorên Tirkiyeyê de dijîn. Bi taybetî, di pêvajoya Aştî û Ciwaka Demokratîk de divê Tirkiye nêrîn û armanca xwe ya li ser Şengalê biguhere û ji bo dermankirina vê travmayê de berpirsiyariyeke mirovahî bigire ser xwe. 

            Bi taybetî, divê Hikûmeta Bexdayê guh bide daxwaza Şengaliyan da ku şert û mercên ewledar werin peydakirin. Êzidî bi çand û baweriya xwe, gelekî taybet e û ancax bi statuyeke taybet dikare were parastin. Di vê çarçoveyê de divê demildest bi hevkariya NYê statuya Şengalê were naskirin, li dijî êrişên derve û hundir ên li ser Şengalê helwesteke rasteqîn were nîşandan. Lewra her xetere û êrişên li ser gelê Êzidî li ser hemû Kurdistaniyan çavkaniya streseke mezin e. Êdî yek Kurd nîn e ku li hemberî zilm û zordariyê bêdeng bimîne. 

            Bi van nêrînan, em cardin binî xêz dikin ku gelê me tu car jenosîda Êzidiyan, wehşeta DAÎŞê, hevkarî û piştgiriya hêzên herêmê dê ji bîr neke, nede jibîrkirin. Banga me li gelê me yê Kurdistanê ye ku çi Elewî, çi Êzidî, çi Sunî divê her Kurd li birîn û jana xwişk û birayên xwe xwedî derkevin. Lewra ev, erka me ya yekîtiya neteweyî ye. 

            Di 12emîn salvegera jenosîda Êzidiyan de em hemû kujeran bi tundî lanet û şermezar dikin, kesên ku bi awayekî hovane hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. 

 

ÎNISÎYATÎFA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK