AK Partî li Parlamentoya Tirkiyeyê reşnivîsa “Qanûna Çarçoveyê” pêşkêşî opozîsyonê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona AK Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê vê hefteyê zanyarên destpêkê yên girêdayî rênivîsa “Qanûna Çarçoveyê” pêşkêşî partiyên opozîsyonê dike, bi armanca avakirina hevdengiyeke niştimanî û destpêkirina pêngavên qanûnî yên pêvajoya “Tirkiyeya bê Teror”.

Parlamentoya Tirkiyeyê vê hefteyê dê bernamyeka berfireh ji bo nîqaşkirina projeya “Tirkiyeya bê Teror” heye. Di vê çarçoveyê de, pêngavên qanûnî ji bo amadekirina “Qanûna Çarçoveyê” zelal bûne û biryar e ku Serokê Fraksiyona Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) Ebdullah Guler reşnivîsa wê projeyê pêşkêşî partiyên opozîsyonê bike.

Armanc ji vê pêngavê birêvebirina pêvajoyeke şefaf û bidestxistina lihevkirineke berfireh e ligel aliyên siyasî. Tê çaverêkirin ku Guler di civînên xwe de, naveroka wê reşnivîsê û bernameya demkî ya bicihanîna wê qanûnê ligel partiyan nîqaş bike û bi wan re bişêwire.

Her di vê çarçoveyê de, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di hefteyên borî de di civînên xwe yên ligel serok û fraksiyonên partiyan de, tekez li ser giringiya gehiştina bi lihevkirineke giştgir bo armanca “Tirkiyeya bê Teror” kiribû. Li nava parlamanê jî tê axaftin ku piştî van peywendiyan, pêşveçûneke berçav li ser “Qanûna Çarçoveyê” hatiye qezenckirin.

Tê çaverêkirin ku piştî temambûna gera zanyaran a vê hefteyê, reşnivîsa qanûnê pêşkêşî Serokatiya Parlamanê tê kirin. Ji aliyekê din ve jî, Fraksiyona AK Partiyê reşnivîsa “Qanûna Çarçoveyê” ji bo îmzeya parlamanterên partiya xwe vekiriye û biryar e heta sibe (Sêşem, 4ê Tebaxa 2026ê) saet 17:00, hemî parlamanterên AK Partiyê wê îmze bikin.