Depoya kargehekê li başûrê Tehranê teqiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Li başûrê paytexta Îranê, Tehranê, teqîneke mezin li kargeheke pîşesazî pêk hat. Ji ber dengê mezin û rageşiya leşkerî ya li herêmê, di nav xelkê de guman û tirsa "êrîşa asmanî ya Amerîkayê" belav bû.
Li bajaroka pîşesazî ya Şemsabadê ya li başûrê Tehranê. îro 4ê Tebaxa 2026an teqîneke bihêz çêbû. Rayedarê bajarokê pîşesazî, Dawûd Welî ragihand, teqîn li depoya kargeheke elumînyomê ya li devera Fêşafûyeyê pêk hatiye. Ji ber dûmana ku ji kargehê rabû û dengê mezin, welatiyên herêmê tirsiyan ku Amerîkayê dest bi êrîşê kiribe.
Ev teqîn di demekê de ye ku rageşiya li navçeyê di lûtkeyê de ye. Hat ragihandin ku Şazadeyê Cînişîn ê Erebistana Saudî, Mihemed bin Selman û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê axivîne. Bin Selman di peywendiyê de tekezî li ser giringiya dîplomasiyê kiriye da, ku navçe ji şerekî berfireh were parastin.
Donald Trump berê ragihandibû, wî fermana êrîşeke leşkerî ya "bêwêne" li dijî Îranê dabû, lê bi daxwaza Tehranê û welatên herêmê ev êrîş rawestandiye. Trump diyar kiribû ku wî xwestiye derfetekê bide dîplomasiyê da ku Tengava Hurmizê were vekirin û gefên atomî bi dawî bibin.
Tevî ku teqîna îro wekî rûdaneke pîşesazî hat pênasekirin, lê belavbûna dengoyên şer nîşan dide ku rewşa psîkolojîk a li Îranê ji ber gefên leşkerî gelekî xirab e.