Pêşangeha şêwekarî ya "Kanvasa Jiyanê" li Hewlêrê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê bi serperiştiya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan û Yekîneya Wekheviya Cênderî, pêşangeheke şêwekarî ya hevpar ji bo 16 hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê li bin navê "Kanvasa Jiyanê" hat vekirin.
Ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ve û bi hevkarî ligel Yekîneeya Wekheviya Cênderî, pêşangeheke şêwekarî ya hevpar ji bo 16 hunermendan li bin navê "Kanvasa Jiyanê" li Hewlêrê li Galeriya Rencê di nav avahiyê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan de hat vekirin.
Hunermendê şêwekar Serdar Qadir îro (Sêşem, 4ê Tebaxa 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku ew bi du tabloyên mezin pişkdarî vê pêşangehê bûye û her du tablo behsa jinên kurd dikin, lê her yek çîrokeke cuda vedibêje. Tabloya yekê behsa jineka gundî û xebatker dike û ya duyê jî behsa jineka xwendewar û serkevtî di civakê de dike.
Wî hunermendî diyar jî kir ku amanca sereke ya pêşangehê ronkirina giringiya wekheviya jin û mêran di civaka kurdî de ye û got ku vê pêşangehê taybetmendiyeke giring heye, ji ber ku piraniya pişkdarên wê jinên şêwekar in ji her çar parçeyên Kurdistanê.
Hunermendên ku di vê pêşangeha hevpar de pişkdar bûne ev in: Xumar Reşîd, Bahar Enwer, Aza Hesîb Qeredaxî, Mezher Xalid, Şêrîvan Baranî, Bêro Ebdulah, Renc Ebdulah, Xakaw Dilşad, Besoz Mihemed, Serdar Qadir, Binar Pîrdawid, Çiyayî Necat, Hawjîn Muhsîn, Zeyneb Îdrîs, Beşdar Qadir û Şermîn Ebdulah.
Pêşangeha "Kanvasa Jiyanê" ku li Galeriya Rencê ya nav avahiyê wezaretê hat vekirin, zêdetir balê dikişîne ser rol û karîgeriya jinên kurd di civakê de. Di vê çalakiyê de, ku piraniya pişkdarên wê jinên şêwekar in, bi rêya berhemên cuda cuda yên hunerî peyama giringiya wekheviya cênderî û hewldanên jinan di qadên cuda cuda yên jiyanê de tê ragihandin.