Nêçîrvan Barzanî pileyên 910 piledarên Encûmena Asayîşê bilind kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî fermana herêmî ji bo bilindkirina pileyên 910 piledarên Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îmza kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 5ê Tebaxa 2026ê) mersûmeka herêmî ji bo bilindkirina pileyên 910 piledarên Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê li ser mîlaka Encûmena navborî îmza kir.
Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, derxistina vê fermanê li ser bingeha qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê bûye, piştî ku hemî wan pilederan dema xwe yê qanûnî qedandiye û rêkarên pêdivî ji bo bilindkirina pileyên wan hatine bicihanîn.