Serokwezîr û Fermandarê Artêşa Pakistanê serdana Erebistana Siûdî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyên Pakistanê ji kanala “Al Arabiya”yê re ragihandin ku biryar e Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr sibe serdana Erebistana Siûdiyê bikin.

Ev serdan di demekê de ye ku bizavên dîplomatîk ji bo kontrolkirina aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de berdewam in, lê daxuyaniyên nezelal û dijber li ser hebûn û awayê peywendiyên di navbera her du welatan de tên dan.

Di demekê de ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent tekezê li ser birêveçûna danûstandinên "berdewam" ligel Tehranê dikin, ku dibe bibe sedema lihevkirineke "nêzîk" ji bo vekirina Tengava Hurmizê û bêçekkirina atomî ya Îranê; Tehran hebûna her diyalogekê ligel Waşintonê red dike û diyar dike ku tenê ligel Omanê di danûstandinan de ye, ji bo danîna mekanîzmekê bi merema derbazbûneke aram di Tengava Hurmizê re.

Pêştir di meha Xizîranê ya borî de, yadaşteke hevfêmkirinê di navbera Waşinton û Tehranê de hatibû îmzakirina, ku rêyeka 60 rojî ji bo bidawîanîna şerê Rojhilata Navîn û çareserkirina çend dosyayan dest pê kiribû, ku di serî de dosyaya atomî ya Îranê bû.