Hikûmeta Herêma Kurdistanê 5 ambûlansên nû bo Helebceyê dabîn kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Parêzgeha Helebceyê 5 timbêlên ambûlans ên nû hatin dabînkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya bizavên xwe yên ji bo piştgirîkirina sektora tenduristiyê li parêzgeha Helebceyê de, 5 timbêlên ambûlans ên nû bi 435 milyon dînaran ji bo Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya wê parêzgehê dabîn kirin.
Biryara dabînkirina van timbêlan di dîroka 25ê Gulana 2025ê de bi nivîsara hejmar 6514 ya Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê derketibû, û timbêl ji cûnê Toyota HiAce - modela 2025ê ne.
Dabînkirina van 5 timbêlên nû di çarçoveya bizavên hikûmetê ji bo nûjenkirina alavên lojîstîkî û bijîşkî û kêmkirina zexta li ser nexweşxaneyên sînor de tê, ku dê di bilezkirina proseya hawarçûnê ji bo şêniyên wê parêzgehê de bibe alîkar.