Nêçîrvan Barzanî û Zeydî parastina serwerî û tenahiya Iraqê tekez kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê civîna xwe ya ligel Serokwezîrê Iraqê wekî "berhemdar" wesf kir û piştgiriya temam a Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina bicihanîna karnameya hikûmeta federal diyar kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 5ê Tebaxa 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê nivîsî: "Min li Bexdayê civîneke berhemdar ligel Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî kir.”
Nêçîrvan Barzanî herwesa got: “Me di wê civînê de behsa rewşa giştî ya welat û wan astengiyan kir ên ku rastî me dibin, hevdem pêşkeftin û guherînên dawiyê yên li ser astê herêmî û navdewletî û bandorên wan ên li ser Iraqê xistin ber behs û xeberan."
Serokê Herêma Kurdistanê diyar jî kir ku ligel Zeydî tekez li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê û karkirina hevpar ji bo serkeftina bicihanîna karnameya hikûmetê kirine, bi wî awayî ku xizmeta berjewendiyên hemî pêkhateyên gelê me bike û dilsoz bin ji bo wan peymanên ku wan dabûn gelê xwe, ji bo çaksaziya aborî ya giştgir, kontrolkirina çekan û bilezkirina temamkirina serpişkiyên nîştimanî ku di berî hemiyan jî çespandina ewlehî û aramiyê, bihêzkirina proseya pêşxistinê û bilindkirina astê xizmetkariyan e.
Herwesa amaje kir: "Me tekez li ser girîngiya yekkirina helwestan, zêdekirina bizavan û bihêzkirina hevahengiyê di navbera saziyên cuda cuda yên dewletê de kir, bi awayekî ku di parastina welat ji astengiyan, metirsiyan, parastina serweriyê, tenahiya wê û peydakirina berjewendiyên bilind yên gelê me de pişkdar bibe, bi wî awayî ku bersivdana daxwazên wan be, ber bi paşerojeke aramtir û geştir."