Li Qamişlo "Festîvala Havînê" bi coş dest pê kir

Qamişlo (K24) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, "Festîvala Havînê ya Qamişlo" bi beşdariya nêzîkî 250 kompaniyên bazirganî û bi hezaran welatiyan birêve diçe. Festîvala ku li Parka Azadiyê tê lidarxistin, wekî mezintirîn çalakiya aborî û hunerî ya navçeyê tê dîtin.

Festîval ji aliyê kompaniyên navxweyî û herêmî ve hatiye organîzekirin û armanc jê vejandina bazara Qamişlo û çêkirina atmosfereke geştyarî ye. Bi hezaran welatî ji hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê û herwiha kurdên ku ji Ewropayê vegeriyane, serdana festîvalê dikin.

Xwediyê kompaniyê Nûredîn Ismayîl kêfxweşiya xwe nîşan da û diyar kir ku wan berhemên xwe ji Başûrê Kurdistanê anîne. Ismayîl got: "Berhemên me profesyonel in û em gelekî ji lidarxistina vê festîvalê kêfxweş in. Em dixwazin wekaletên me ne tenê li Qamişlo, lê li seranserî Sûriyê werin belavkirin."

Welatiyê bi navê Ceger Hesen bal kişand ser kêmbûna cihên geştiyarî li herêmê û got: "Ji ber ku li Qamişloyê cihên geştiyariyê kêm in, festîvalên wisa ji bo me gelekî giring in. Ev der dibe cihê hevnasîn û kirîna pêdiviyan, herwiha em bêhna xwe li vir derdixin."

Kesayetiya naskirî Teyaro jî ku li festîvalê amade bû, Qamişlo wekî "paytexta çalakiyan" pênase kir. Teyaro bang li organîzatoran kir ku festîvalên bi vî rengî li bajarên din ên wekî Amûdê, Dirbesiyê, Hesekê, Çelaxa û Girkê Legê jî werin lidarxistin, da ku hemû xelkê herêmê jê sûdê werbigirin.

Festîvala Havînê ya Qamişlo tenê bi bazirganiyê ne sînordar e; di şevan de tîmên folklorî, stranbêj û hunermendên navdar tabloyên hunerî pêşkêş dikin. Ev festîval dê 4 rojan berdewam bike û peyama sereke ya festîvalê jî "aramî, aştî û pêşveçûna aborî" ya herêmê ye.