Erdogan sibe serdana Erebistana Siûdî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Komara Tirkiyeyê ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi serdaneke fermî diçe Erebistana Siûdî, herwesa diyar kir ku pirs û mijara Tengava Hurmizê dê bibe mijara sereke ya serdana wî.
Serokê Nivîsîngeha Peywendiyan a Serokatiya Komara Tirkiyeyê Burhanettin Duran ragihand: "Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan sibe (Înî, 7ê Tebaxa 2026ê) serdana Erebistana Siûdî dike. amaje da wê yekê jî ku mijara Tengava Hurmizê û aloziyên vê dawiyê yên deverê dê bibin mijara sereke ya serdan û civînên wî."
Duran tekez jî kir ku di çarçoveya vê serdanê de, biryar e Erdogan ligel Şahzadeyê Cînişîn û Serokwezîrê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman bin Ebdulezîz Al Siûd û herwesa ligel Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf bicive.
Ev serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo Erebistana Siûdî ji aliyekî ve ligel zêdebûna aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de hevdem e, ji aliyekê din ve jî aloziyên di navbera Erebistana Siûdî û Hûsiyên Yemenê de rewşa devera Tengava Bab el-Mendebê tûşî aloziyan kiriye û êrîşên li ser keştiyên bazirganî bi awayekî berçav zêde bûne.