Iraq: Sînorên me di bin kontrol û ewlehiyeke bilind de ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Iraqê tekez kir ku sînorên Iraqê di asteke bilind a ewlehî û aramiyê de ne, û diyar jî kir ku ji ber bikaranîna teknolojiya çavdêriyê ya pêşkeftî, bi temamî rê li ber bizavên derbazbûn û qaçaxçîtiyê hatiye girtin.
Rêvebirê Nivîsîngeha Peywendiyan û Ragihandinê li Wezareta Navxwe ya Iraqê Lîwa Miqdad Mîrî îro (Înî, 7ê Tebaxa 2026ê) ragihand: “Ji ber bizavên berdewam ên Fermandariya Hêzên Sînor û bi piştevaniya hemî saziyên ewlehiyê, sînorên Iraqê di rewşeke ewlehî ya gelek baş de ne.
Miqdad Mîrî bal kişand ser wê yekê jî ku tedbîrên çavdêriyê û kontrolkirina xeta sînorî roleka berçav di xurtkirina ewlehiyê û sînordarkirina bizavên derbazbûna neqanûnî û qaçaxçîtiyê de hebûye.
Rêvebirê Ragihandina Wezareta Navxwe tekez jî kir ku parastina sînoran bi hişyariyeka zêde û li dû planên ewlehiyê yên pêşketî û li ser bingeha teknolojiya serdemî û belavbûna meydanî ya bibandor a hêzan li ser erdê bi rê ve diçe.
Navborî diyar kir jî ku wezareta wan di pêşxistina şiyanên hêzên sînorparêz de berdewam e, ji bo misogerkirina parastina serwerî û ewlehiya Iraqê. Herwesa da zanîn jî ku hemî dergeh û sînor di bin çavdêrî û rêkarên gelek hişk de ne, bi awayekî ku bilindtirîn asta ewlehî û hêsankirina hatin û çûnê pêk bîne.