Erebistana Siûdî, Tirkiye û Pakistanê Peymana Mekeyê îmza kir

Mihemed bin Selman, Recept Tayyip Erdogan û Şehbaz Şerîf
Mihemed bin Selman, Recept Tayyip Erdogan û Şehbaz Şerîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Di pêngavaneke nû de û ji ber aloziyên leşkerî yên li Rojhilata Navîn, Erebistana Siûdî, Tirkiye û Pakistanê li bajarê Cideyê peymaneke berevaniyê ya hevpar îmza kir. Li gorî wê peymanê jî, her êrîşeke li ser yek ji van her sê welatan, wekî êrîşa li ser her sêyan tê hejmartin.

Medyayên Siûdî û Pakistanê belav kir ku ev peyman ji aliyê Cînişînê Siûdiyê Mihemed bin Selman, Serokkomarê Tirkiyeyê Recept Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ve hatiye îmzakirin û navê "Peymana Mekeyê ya Berevaniya Hevpar" li ser hat danîn.

Ev peyman di demekê de ye ku rewşa şer di navbera Îranê ji aliyekî ve û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê ji aliyê din ve berdewam e û bandoreke kûr li ser hevpeymaniyên herêmî hiştiye. Herwesa ev pêngav bi nûbûna aloziyan di navbera Riyad û Hûsiyên Yemenê de hevdem e, piştî ku di encama êrîşeke mûşekî ya Hûsiyan de li ser başûrê Siûdiyê, 11 kes birîndar bûn.

Şarezayên warê berevaniyê radigihînin ku xurtbûna vê hevpeymaniyê di navbera Siûdiyê (ku xwedî giraniyek aborî û petrolê ya mezin e), Tirkiyeyê (ku endameke bihêz a NATOyê ye) û Pakistanê (ku welatekî xwedî çekên atomî ye) de nîşaneke zelal e, ji bo ji-nû-ve-darêtina peywendiyên navdewletî û herêmî di bin siya têkçûna rewşa ewlehiyê ya Rojhilata Navîn de.

Desteya Hevpeymaniyê ya serekî (Siûdî, Tirkiye, Misir û Pakistan) li gel Qeterê, piştî destpêkirina aloziyan di 28ê Sibatê de, roleke berçav di navbeynkariyê û pevguhartina peyaman de di navbera Waşinton û Tehranê de, bi armanca rawestandina şer û kontrolkirina aloziyan, nîşaneke zelal e.