Ji Efrînê heta Beyrûtê.. Ronak Ehmed bi peykerên xwe bîranînan zindî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Beyrûtê, Paytexta Libnanê, pêşangeha hunerî ya bi navê “Bi Sihra Te Hat Çêkirin” deriyên xwe li ber hunerhezan vekir. Di pêşangehê de, şêwekar û peykersaza Kurd Ronak Ehmed bi 5 berhemên xwe yên peykeratî, balê dikişîne ser têkiliya laş, bîranîn û nasnameyê.
Ev pêşangeh beşek ji projeya hunerî ya Tariq Abu El Fetouh e ku li gelek bajarên cîhana Ereb tê lidarxistin. Qonaxa yekem a vê projeyê di payîza sala 2025’an de li bajarê Tûnisê dest pê kiribû. Piştî rawestgeha Beyrûtê (30 Tîrmehê – 25ê Cotmehê), tê çaverêkirin ku pêşangeh di mehên pêş de derbasî bajarên Şam, Cidde û Bexdayê bibe.
Di nav beşdaran de, berhemên 7 şêwekar û peykersazên ji Libnan, Sûriye û Filistînê beşdar in. Peykersaza Kurd a ji Efrînê Ronak Ehmed, ku bi 5 berheman beşdarî vê qonaxê bûye, derbarê beşdar û felsefeya hunera xwe de ji Kurdistan24ê re axivî.
Nasnameya Kurdî di hunera Ronak Ehmed de
Peykersaz Ronak Ehmed bal kişand ser wê yekê ku nasnameya wê ya Kurdî di kûrahiya ezmûna wê ya hunerî de veşartî ye û got: "Nasnameya min a Kurdî di têkiliya min a bi bîranîn, cih û laş re diyar dibe. Ez hunermendeke Kurd im ku li Sûriyeyê mezin bûme; ev yek dihêle ku ez xwedî gelek qatên bîranîn û girêdanê bim. Hewldanên ji bo tunekirina nasnameyê, koçberî û tundûtûjiya ku Kurdan dîtine, parçeyek ji avabûna min a hizrî û ruhî ye."
Ronak Ehmed tekez kir ku beşdariya wê wekî hunermendeke Kurd di pêşangeheke Erebî de, gelekî watedar e û got: "Pirrengiya nasnameyan nabe asteng li ber hevparîya mirovî, berevajî wê kûrtir dike."
Herwiha diyar kir, ew laş wekî amûreke dîtbarî nabîne û got: "Karên min li ser laş wekî bîranîneke zindî ne. Ez girîngiyê didim wê şopa ku windabûn, tîndûtî û fikarê li ser mirov hiştiye. Laş dikare tiştên ku peyv nikarin bibêjin, hilgire. Lewma ez laş wekî 'belgeyekê' û wekî metaforekê ji bo welat û xesaran dibînim."
Peykersaza Kurd her wiha destnîşan kir ku di berhemên wê yên dawî de "heywan" jî wekî sembola ewlehî, hevaltî û hêviyê cih digirin.
Ronak Ehmed kî ye?
Hunermendeke Kurd a ji Efrînê ye. Di sala 2001’an de Peymangeha Hunerên Ciwan li Helebê û di sala 2007’an de Peymangeha Hunerên Sepandî (beşa peykersazî) li Şamê qedandiye.
Di navbera salên 2000-2012an de li gelek bajarên Sûriyeyê (Heleb, Şam, Qamişlo, hwd.) beşdarî pêşangehan bûye. Herwiha li London, Bruksel, Beyrût û Almanyayê berhemên xwe nîşan dane.
Ronak Ehmed wekî ew rahênera hunerî ligel zarokên xwedî pêdiviyên taybet kar kiriye. Herwiha di sala 2020’an de li Şamê Xelata Peykersazî ya "Pêşangeha Biharê" wergirtiye.