Hunermend Salih Amêdî di 77 saliya xwe de koça dawiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê naskirî yê parêzgeha Dihokê Salih Amêdî, piştî zêdetirî nîv sedsalekê ji xizmetkirin û parastina folklor û stranên resen ên Kurdî, di jiyê 77 saliyê de koça dawiyê kir.
Di nav mala wî de, êdî tenê dengê arşîva wî û bîranînên kesûkaran tên bihîstin. Ew mirovê ku hemî jiyana xwe dabû stranên resen, îro bûye perek ji dîroka hunerî ya Kurdistanê û xemeke kûr li pey xwe hiştiye.
Hunermend Salih Amêdî, ku ji qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ye, piştî 50 salên xizmetkirina hunera Kurdî û dubarekirina stiranên gelerî û bi taybetî jî yên Mihemed Arifê Cizîrî, duhî (Yekşem, 9ê Tebaxa 2026ê) koça dawiyê kir.
Li Tomargeha Dihokê ya Taha Şingalî, bi dehan berhemên hunermend Salih Amêdî hatine tomarkirin, di salên zêrîn ên karê wî de, xwestek û daxwaziyeke bêwêne li ser stranên wî hebû, ew stran heta niha jî wekî arşîvekê dewlemend mane û reseniya xwe parastiye.
Hunermend Salih Amêdî li sala 1949ê di hembêza çiyayên Gare û Metînan de li qezaya Amêdiyê hatiye ser dinyayê. Ji sala 1960ê heta 2013ê bi dengê xwe yê zelal xizmeta folklorê Kurdî kir û 129 stiranên gelerî dubare tomar kirin.
Ev qonaxa dawiyê ya jiyana mirovekî ye, ku hemî jiyana xwe di rêya xizmetkirina hunerê Kurdî de derbaz kiriye. Salih Amêdî koç kir lê dengê wî wekî siya çinarên Sûlavê dê di nav dîroka hunerî de her hênik û berdewam be.