Pakistanê hûrgiliyên peymana berevaniyê ya bi Tirkiye û Siûdiyê re dan Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Pakistanê ragihand, wan hûrgiliyên "Peymana Mekeyê ya Berevaniya Hevbeş", a ku di navbera Pakistan, Tirkiye û Erebistana Siûdî de hatibû îmzekirin, bi fermî pêşkêşî Îranê kiriye.
Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar, îro 10ê Tebaxa 2026an di peywendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Îranî Ebbas Araqçî, armancên stratejîk ên peymana nû ya sêalî nîqaş kirin.
Wezîrê Pakistanî di peywendiyê de, çarçoveya "Peymana Mekeyê" ya ku roja Înê (7ê Tebaxê) di navbera Îslamabad, Enqere û Riyadê de hatibû îmzekirin, ji Araqçî re şîrove kir. Ev peyman di lûtkeya Mekeyê de bi beşdariya Weliahdê Siûdî Mihemed bin Selman, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf hatibû îmzekirin.
Xala herî girîng a vê peymanê ew e ku: "Her êrişeke çekdarî ya li ser yek ji van her sê welatan, wekî êrişek li ser her sê welatên endam tê hejmartin." Bi vê yekê, her sê welatan sîstema "berevaniya bi kom" li navçeyê ava kirine, da ku serweriya xwe biparêzin.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî behsa hewildanên dîplomatîk ên Tehranê kir û zanyarî derbarê danûstandinên Îran û Omanê de dan Pakistanê, ku armanc jê peydakirina rêreweke ewle ji bo keştiyên bazirganî li Tengava Hurmizê ye. Herwiha tekez kir ku Îran dixwaze bi rêyên dîplomatîk aramiyê li navçeyê vegerîne.
Pakistan di peywendiyên Îran û Amerîkayê de wekî navbeynkareke sereke tê dîtin. Pêştir di meha Hezîranê de Pakistanê karîbû lihevhatinekê di navbera Washington û Tehranê de çêbike, da ku dawî li şer were anîn, her çend ew lihevkirin demkurt bû û alî vegeriyan ser şer. Niha careke din Pakistan hewil dide di navbera hevsengiyên nû yên navçeyê de roleke çalak bilîze.
Ev peymana nû ya di navbera Siûdiye, Tirkiye û Pakistanê de, wekî guhertineke mezin a stratejîk li navçeyê tê nirxandin, ku armanc jê xurtkirina hevahengiya siyasî û serbazî li dijî gefên derve ye.