Elî Difîrî: Mesrûr Barzanî mîratê çiyayan û daxwaza çaksaziyê di kesayetiya xwe de civandine
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnamevanê navdar ê kanala Al Jazeerayê, Elî Difîrî piştî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re, nirxandineke hûr li ser kesayetiya wî û modela birêvebirina Herêma Kurdistanê belav kir.
Rojnamevan Elî Difîrî di nivîseke xwe de ku tê de behsa hevdîtina xwe ya bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re li Hewlêrê dike, Mesrûr Barzanî wekî "mirovekî bi edeb û nerm" pênase kir. Difîrî destnîşan kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî li pişt rûyê xwe yê bi ken û nerm, hişkiyeke mezin vedişêre ku ev taybetmendî ji bapîrê wî, serkirdeyê efsanewî Mele Mistefa Barzanî jê re maye.
Difîrî di nivîsa xwe de behsa dîroka malbata Barzanî û "Meşa Dirêj" a Mele Mistefa Barzanî ya ber bi Yekîtiya Sovyetê ve kir û ew wekî "çîrokeke sînemayî ya tijî wêrekî û hêvî" binav kir. Rojnamevan diyar kir ku Mesrûr Barzanî wekî nifşê sêyem ê vê malbatê, îro zêdetir giringiyê dide dosyayên aborî, îdareyeke baş û çaksaziyên siyasî, da ku Kurdistanê ber bi geşepêdanê ve bibe.
Yek ji xalên balkêş ên nivîsê, mijara zimanê hevpeyvînê bû. Difîrî aşkere kir ku Mesrûr Barzanî ji ber ku li derveyî welatên erebî mezin bûye, nekarî bi erebî ramanên xwe yên kûr û siyasî bi hûrî bîne ziman. Her çend Mesrûr Barzanî dixwest bi kurdî biaxive jî, ji bo ku werger bi hûrî û durist bigihe bînerên ereb, her du alî li ser zimanê Îngilîzî li hev kirine.
Elî Difîrî bal kişand ser nêrîna Barzanî ya derbarê Iraqê de û got: "Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di bin sîwana federalîzmê de, difikire û dixwaze Kurd di maf û erkan de bi hemû pêkhateyên din re wekhev bin. Li gorî wî, pirsgirêka herî mezin a bi Bexdayê re, nebûna baweriyeke kûr a hikûmeta federal bi sîstema federalîzmê ye, nemaze di dosyayên Madeya 140 û yasaya petrol û gazê de."
Rojnamevanê Al Jazeerayê behsa statûya Kurdan li Tirkiye û Sûriyeyê jî kir. Herwiha diyar kir ku guhertinên li Tirkiyeyê (proseya aştiyê) û nîşanên nû yên ji Sûriyeyê, hêviya derbaskirina neheqiyên dîrokî dide. Dhafeerî tekez kir ku nimûneya Hewlêrê îro ne çavkaniya aloziyê, lê "stûneke aramiyê" ye ku bi sedhezaran erebên Iraqê ji bo jiyan û veberhênanê berê xwe dane bajarên Kurdistanê.
Difîrî nivîsa xwe bi gotinên helbestvanê mezin Mehmûd Derwîş bi dawî kir: "Ji bilî ba tiştekî Kurd nîn e; ba di nav wî de niştecî dibe û ew di nav ba de, ba pê ve alûde ye û ew bi ba ve, da ku ji sifetên erd û tiştan rizgar bibe." Rojnamevan di dawiyê de encam da ku baweriya bi wekhevî û mafên her kesî, tekane rê ye ku ev herêm bi temamî geş bibe.