Dîplomatekî Pakistanî nihêniya danûstandinên Amerîka û Îranê ji Kurdistan24ê re aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Pakistanê yê li Rûsyayê ragihand, welatê wî wekî navbeynkarekî bêalî di navbera Tehran û Washingtonê de kar dike û guftûgoyên li pişt deriyên girtî berdewam in. Herwiha tekez kir ku "Rêkeftina Mekeyê" tenê ji bo bergîriyê ye û ne gef e bo ser ti aliyekî.

Balyozê Pakistanê yê li Rûsyayê Feysel Niyaz Tirmizî îro 12ê Tebaxê ji Kurdistan24ê re behsa peywendiyên Îran û Amerîkayê kir û diyar kir, her çend berpirsên Îranê behsa nebûna guftûgoyan bikin jî, lê karên dîplomatîk berdewam in.

Tirmizî got: "Karê dîplomasiyê mîna melevaniya ordeka di nav avê de ye; çalakî li binê avê bi tundî birêve diçin û nayên dîtin. Niha jî guftûgo berdewam in."

Tirmizî destnîşan kir, Pakistan hewl dide bibe navbeynkarekî "destpak û bêalî", ji ber ku her cure şerekî li navçeyê dê bandoreke cîhanî jê bikeve, bihayê petrolê bilind bibe û krîza xurekê derkeve. Herwiha aşkere kir, niha Wezîrê Navxwe yê Pakistanê li Îranê ye û ew bi Amerîkayê re jî di peywendiyê de ne, daku bi rêya diyalogê bigihîjin çareseriyê.

Derbarê "Rêkeftina Mekeyê" ya ji bo bergîriya hevbeş ku di 7ê Tebaxê de di navbera Pakistan, Tirkiye û Erebistana Siûdî de hat îmzekirin, Tirmizî got: "Pakistan naxwaze êrişî ti welatekî bike. Bombehiya atomî ya Pakistanê tenê ji bo bergîriyê ye; me heta niha gefa bikaranîna wê li kesî nekiriye û em ê nekin jî. Baweriya me bi aştî û diyalogê heye."

Balyozê Pakistanê herwiha diyar kir, ev peymana sêalî tenê mekanîzmayeke bergîriyê ye û ne li dijî ti welatî ye. Herwiha got: "Eger welatên din ên navçeyê jî tevlî vê pêvajoyê bibin, em ê gelekî pê xweşhal bin, ji ber ku armanca me tenê parastina aştî û ewlehiya navdewletî ye."