PSK: Pirsa Kurd ne mijara terorê ye, pirsa azadiya neteweyekê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ragihand, "Yasaya Çarçove" ya li parlamentoyê hatî pejirandin, nîşana berdewamiya zîhniyeta înkarker a dewletê ye. PSKê tekez kir ku pirsa Kurd bi danîna çekan a PKKê bi dawî nabe û çareseriya mayînde tenê bi "federalîzmê" pêkan e.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya PSKê, piştî civîna xwe ya 11ê Tebaxa 2026an encamên nirxandinên xwe yên li ser rewşa siyasî bi daxuyaniyekê parve kirin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêvajoya bi navê "Tirkiyeya bê Teror" û yasaya nû ya ku di 10ê Tebaxê de di parlamentoyê de hat pejirandin.

PSKê rexne li "Yasaya Çarçove" girt û diyar kir ku ev qanûn zîhniyeta ewlehîparêz a kevneşopî nîşan dide û got: "Qanûna ku ji bo paşxistina cezayên endamên PKKê yên çekan deynin hatiye amadekirin, carekê jî behsa pirsa Kurd nake. Berevajî qanûnên welatên din, ev yasa garantiya beşdariya siyasî ya azad û ewle nade kesên ku çekan deynin."

Daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navendî ya PSKê:

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), di civîna xwe ya di 11ê Tebaxa 2026an de, pêşketinên siyasî yên li herêmê, Tirkiyeyê û Kurdistanê nirxand û biryar da  ku encamên jêrîn bi raya giştî re parve bike.

Pêvajoya ku li Tirkiyeyê ji ber geşedanên li Rojhilata Navîn de dest pê kir, ketiye sala xwe ya duyemîn. Pêvajoya ku hikûmet wekî "Tirkiyeya bê Teror" bi nav dike, li ser eksenek tê meşandin ku hebûna neteweyî ya gelê Kurd paşguh dike, armanc dike ku destkeftiyên herêmî yên Kurdan ji holê rake û pirsgirêka Kurd bike mijara terorê.

Qanûna Çarçove ya ku ji aliyê hikûmetê ve hatîye amadekirin û di 10ê Tebaxa 2026an de di parlamentoyê de hatîye pejirandin jî, zîhniyeta înkarker û ewlehiyê ya kevneşopî ya hikûmetê nîşan dide. Qanûna ku ji bo kesên ku çekên xwe deynin û ji ber endametiya PKKê têne darizandin, paşxistina cezayên wan pêşdibîne, lê carekê jî behsa pirsgirêka Kurd nake. Herwisa ji bo kesên ku çekên xwe deynin û ji ber endametiya PKKê têne darizandin derfet nayê dayîn ku bi awayekî azad û ewle beşdarî pêvajoya siyasî bibin. Ev qanûn naşibê qanunên welatên din ku garantiyên qanûnî jibo beşdarîya sîyasetê misoger dikin

Bi vê wesileyê, em dixwazin dubare bikin ku têgihîştina hikûmetê ya ku pirsgirêka Kurd  û PKK û terorîzmê hevwate nîşan dide, rêyekê şaş e. Pirsgirêka Kurd xwedî dîrokek e sed salî ye. Pirsgirêka Kurd di heman demê de aliyên xwe yên herêmî û cîhanî heye. Pirsgirêka Kurd bi danîna çekan ji aliyê PKKê ve ji holê ranabe. Berevajî vê, pirsgirêka Kurd bi hemû lezgîniya xwe berdewam dike. 

Li Tirkiyeyê pirsgirêka terorê tune ye, lê pirsgirêka azadiya neteweya Kurd heye. Pirsgirêka bingehîn li Tirkiyeyê helwesta dewletê ya înkar, asîmîlasyon û tundûtûjiyê ye ku armanc dike hebûna neteweyî, nasname, ziman û çanda Kurdan paşguh bike. Sedema bingehîn yên pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî, exlaqî û hwd. ku li Tirkiyeyê têne jiyîn, siyaseta  înkarker û kevnar a li hember pirsgirêka Kurd e.  

Gelê Kurd dixwaze li welatê xwe, li Kurdistanê, bi azadî û bi rûmet bijî. Dem hatiye ku kesên ku Tirkiyeyê birêve dibin vê rastiyê bibînin. Bi rêbazên ku di demên berê de hatine ceribandin, ne mimkûn e ku encamek nû bi dest bixin. Encamên polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û tundûtûjiyê yên sedsalî eşkere ne.

Berî her tiştî, divê dev ji polîtîkayên heyî yên înkar û tundûtûjiyê werên berdan û pêvajo ji tundûtûjiyê were xilas kirin. Di vê çarçoveyê de, bêçekkirina PKKê gavek erênî ye. Ji ber ku gelê Kurd di şer û tundûtûjiya herêmê de herî zêde êş kişandiye.

Ji bo nîqaş û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya danûstandinan divê hawîrdorek demokratîk were afirandin. Bi gotineke din, divê ji bo çareseriyek mayînde atmosferekê guncaw were peyda bibe.

Çareseriyek mayînde ji bo pirsgirêka Kurd, bi çêkirina destûrek federal ve girêdayî ye ku hebûn, nasname û zimanê gelê Kurd nas bike û Kurd, Tirk û gelên din li ser bingeha wekheviyê lê bijîn.

Ew rastiyek e ku çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingeha azadî û wekheviyê bi hemû giraniya xwe xwe ferz kiriye. Hem pêşketinên herêmî û hem jî şiyarbûna neteweyî ya gelê Kurd çareseriyê ferz kiriye. Pêvajoya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye jî  armanc dike ku vê bilindbûna Kurdayetîyê  rawestîne.

Di vê qonaxa dîrokî û girîng de, hemû hêzên demokratîk ên neteweyî yên Kurd; partiyên siyasî, saziyên demokratîk û kesayetên rewşenbîr erken xwe hene. Têrê nake ku meriv tenê gilî bike  û rexne li tiştên ku diqewime bigire. Werin em li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li dijî gelê me destên xwe bidin destên hev. Werin em hewlên tarîkirina doza rewa ya gelê Kurd pûç bikin. Werin em ji bo pêşeroja azad û bi rûmet a gelê Kurd hêza xwe bikin yek.

Hêza me ya herî mezin îradeya azadiya gelê me û mîrata têkoşîna sedsalî ye.

Dema ku em hêza xwe bikin yek, ti ​​sedemek tune ku em nikaribin bi ser bikevin.

12ê Tebaxa 2026an

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)