Yasanas hişyariyê didin: Di yasaya çarçoveyê de valahî hene

Diyarbekir (K24) – Yasaya pêvajoyê ji parlementoyê derbas bû û niha jî nîqaş li ser cîbicîkirina yasayê tên kirin ku gelo kesên ji girtîgehan derbikevin an jî ji nav refên PKKê vegerin Tirkiyeyê wê çawa tevlî civakê bibin. Pispor li ser vê mijarê dibêjin ku divê bo vê mijarê planek berfireh hebe û lijneyên çavdêriyê jî pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.

Piştî derxistina yasaya çarçoveyî ya pêvajoyê vê carê jî qonaxa herî girîng û hestiyar dest pê dike, ku kesên ji girtîgehan derbikevin û kesên ji nav refên PKKê vegerin wê entegrasyonî civakê bibin. Di vê mijarê de wê rêbazek çawa were şopandin hîn jî ne zelal e. Lê hiquqnas dibêjin divê di vê mijarê de planek berfireh a dewletê hebe û divê di warê cîbicîkirinê de valahî nekeve pêvajoyê de.

Hiqûqnas Cîhan Ulsen di vî warî de got: “Tevlîbuna civakê ne tenê ew tişt e ku bo kesên tevlî civakê bibin nasnameyek were dayîn an jî karek bo wan were peydakirin. Divê ji her alî ve kesên tevlî civakê bibin werin amadekirin û piştgiriya wan were kirin û divê civak jî were amadekirin. Wek mînak divê civaka tirk bi çavê dijminan li van kesan nenihêrin. Divê dewlet hesasiyetên hemû aliyan berçav bigire. Her wiha heta niha pêvajo ji bo ji provakasyonan were parastin bi awayeke veşartî meşiya, divê were zanîn ji vê qonaxê pê de ne pêkan e ku veşartî bimeşe.”

Yasanas balê dikêşin ku derxistina yasayek bo pevajoyê girîng û hêja ye lê ji ber ku pirsgirêkek kur û mezin li holê ye yasaya ku hatî derxistin tena serê xwe têra çareseriyê nake ku divê yasayên nû li gorî pisrgirêkên cîbicîkirinê werin derxistin.

YASANAS Arda Efe jî dibêje: “Li Tirkiye leşkerî mecburî ye, kesên leşkerî nekirine wê çi bikin, yasa tena serê xwe têr nake, bo çareseriya pirsa kurd divê yasayên nû jî werin derxistin.”

Pispor dibêjin pênaseya cezayan de nezelalî û valahî hene lê di warê cibîcîkirinê de lijneya bin banê serokomariyê de were avakirin ji ber ku wê xwedî erkek berfireh be dikare van valahiyan tije bike.