Îro bîranîna 80 saliya Serok Barzanî û damezrandina PDKê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Roja 16ê Tebaxê di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wek werçerxana herî mezin tê dîtin, ji ber ku ev dîrok ne tenê salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye, belku hevdem e ligel salvegera 80ê ya jidayikbûna Serok Mesûd Barzanî; ew serkirdeyê ku jiyê xwe di nav dilê bûyerên siyasi û leşkerî yên deverê de derbaz kiriye.

Çîroka jiyana Mesûd Barzanî di sala 1946ê de û di nav dilê yekemîn qewareya siyasî ya Kurdî de li bajarê Mehabadê yê paytexta Komara Demokrat a Kurdistanê dest pê kir. Ew di jîngeheke nîştimanî û olî ya wekî malbata Barzan de mezin bû, her zû bandora xebat û têkoşîna bavê wî (Mistefa Barzanî) pê ve diyar bû. Her vê yekê wesa kir ku di jiyekê gelek ciwan de û di demekê de ku tenê 16 salî bû, qelem û pirtûkên dibistanê bihêle û ji bo parastina axa xwe peywendiyê bi rêzên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bike, ku heta îro jî xwe wekî Pêşmerge dide nasîn.

Di qonaxên xebata xwe de, Serok Barzanî wekî endazyarekî siyasî derket, bi taybetî di salên 1970an de endamê şanda danûstandinên ligel hikûmeta Iraqê bû, û piştre jî piştî nekseya sala 1975ê, pêkve ligel birayê xwe yê mezin ê rehmetî Îdrîs Barzanî, karî şoreşê dîsa rêk bixin û Serkirdetiya Demkî damezrînin. Piştî koça dawiyê ya bavê wî di sala 1979ê de, erkê giran kete ser milê wî û wekî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê hat hilbijartin, di wê qonaxê de jî rûbirûyî gelek metirsiyan bû, ji wan jî bizava terorkirina wî li Viyanayê û karesata Enfala Barzaniyan ku tê de 37 endamên malbata wî hatin windakirin.

Rola Serok Barzanî di sala 1991ê de gihîşt asta herî bilind, dema ku wekî danerê plana raperînê û rêberê meydanî yê Eniya Kurdistanî bajarên Kurdistanê azad kirin. Her di wê demê de û li bajarokê Koyeyê, dîtineke nû ji bo hikumraniyê pêşkêş kir û daxwaza hilbijartina giştî û damezrandina parlamentoyê kir, ev jî bû berê bingehîn ê wê qewareya destûrî ya niha ya Herêma Kurdistanê. Piştre di sala 2005ê de wekî Serokê yekê yê Herêma Kurdistanê bawerî pê hat dan û karî Kurdistanê ber bi qonaxeke nû ya pêşxistin û peywendiyên navdewletî ve bibe.

Li ser asta cîhanî, Serok Barzanî pêgeheke bêwêne ji bo Kurdan çê kir; ew yekane serkirdeyê Kurd e ku heşt caran li Koçka Spî ligel serokên Amerîkayê civiyaye û li piraniya paytextên girîng ên cîhanê wekî serokê dewletê pêşewazî lê hat kirin. Dîrokê ev yek ji bo wî tomar kir, ku bo cara yekê bi kincên Kurdî di navenda biryara cîhanî de amade bû û li welatê Tirkiyeyê jî alaya Kurdistanê ji bo wî hat bilindkirin.

Dema ku terorîstên DAÎŞê gef li cîhanê kirin, Serok Barzanî carereke din vegeriya çeperên pêşiyê û wekî Fermandarê Giştî yê Hêza Pêşmergeyan rasterast serperiştiya operasyonên mezin kir û efsaneya DAÎŞê şikand. Piştî wan serkeftinan jî, mezintirîn projeya xwe ya siyasî, ku rapirsiya serxwebûna Kurdistanê bû, li sala 2017ê kir da ku peyama mafê biryardana çarenivîsa gelê Kurd bigehîne guhê cîhanê.

Ji bilî aliyê siyasi û leşkerî, Mesûd Barzanî wekî kesetiyekî rewşenbîr û zimanzan tê nasîn, xêncî zimanê dayikê, bi zimanên Erebî, Farisî û Ingilîzî diaxive û xwediyê çend pirtûkên dîrokî ye. Ew girîngiyeke zêde dide pêkvejiyana olî, mafên jinan û parastina jîngehê, bi awayekî ku niha devera Barzan ji ber rênimayiyên wî bûye yek ji paqijtirîn û xwezayîtirîn cihên deverê. Îro di jiyê xwe yê 80 saliyê de, Serok Barzanî hêj jî wekî rêberekê bilind ê siyasî û Pêşmergeyekî biwefa ji bo axa xwe, berdewam e li ser xebatê ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurdistanê.