Serok Barzanî: PDK dibistana têkoşer û şoreşgêrên Kurdistanê bûye

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 16ê Tebaxê salvegera jidayikbûna xwe û salvegera 80ê ya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand: "PDK di dîrok, niha û paşerojê de alavek e ji bo xizmetkirina xelkî û bicîhanîna amanc û behayên neteweyî û nîştimanî."

Peyama Serok Barzanî bi helkefta salvegera 80ê ya damezrandina PDKê:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi helkefta 16ê Tebaxê û bîranîna salvegera 80ê ya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ez germtirîn pîrozbahiyan li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, hemî cemawer û alîgirên PDKê û hemî xelkê Kurdistanê dikim.

PDK pêxemetî vegerandina hêvî û hêzê ji bo gelê Kurdistanê di serdemekî sext û dijwar de hat damezrandin. Bi dirêjayiya dîroka xebata xwe, PDK dibistaneka têkoşer û şoreşgêrên Kurdistanê bûye û di hemî qonaxan de berevaneka sersext a mafên rewa yên gelê Kurdistanê bûye. PDK di dîrok, niha û paşerojê de alavek e ji bo xizmetkirina xelkî û bicîhanîna amanc û behayên neteweyî û nîştimanî.

PDK baweriyeka mukom bi pêkvejiyan, biratî û tebayiya di navbera hemî pêkhateyên neteweyî û olî û hemî aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê de heye, her wiha perensîpê hevparî û rêzgirtin di destûrê de wekî garantiya tenahî, aramî û vejînê di hemî Iraqê de dizane.

Di bîranîna 16ê Tebaxê de, peyama min ji bo cemawer, alîgir û endamên PDKê ew e ku PDK çavkaniya hêza gelê Kurdistanê ye; erkê sereke yê PDKê xizmetkirina gelê Kurdistanê ye û bi aneha Xudayê mezin û îrade û hîmata we û hemî xelkê Kurdistanê, ti berbest û asteng nikarin di rêya vî erkê pîroz de rêgir bin.

Di vê helkeftê de, em bîranîna hemî şehîd, Pêşmerge, têkoşer û qehremanan bilind radigirin, ku bi dirêjiya xebata PDKê qurbanî dane. Her wiha min rêz ji bo rola kadro, endam û cemawerê xweşevî yê PDKê jî heye, ku bi dilsozî û bê westiyan di hemî rewşan de piştevaniya partiya xwe kiriye û dîrok û serbilindî ji bo gelê xwe tomar kiriye.

 

Mesûd Barzanî

16ê Tebaxa 2026ê