Mihemed Şiya Sûdanî 80emîn salvegera damezrandina PDKê pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê berê yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, bi helkefta 80emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyameke pîrozbahiyê arasteyî serkirdatî, kadro û cemawerê PDKê kir. Sûdanî di peyama xwe de bal kişand ser dîroka siyasî ya PDKê û rola wê ya di rûbirûbûna dîktatoriyê de, hevdem tekezî li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên navbera Bexda û Hewlêrê kir.
Deqê peyama Mihemed Şiya Sûdanî:
"Em pîrozbahiyên xwe yên herî germ û hêviyên serkeftinê pêşkêşî serkirdatî, kadro û cemawerê Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin, bi helkefta 80emîn salvegera damezrandina partiya wan. Bi rêz û pêzanîn ve em bîranîna vî karwanê siyasî dikin ku ev çend dehsal in di dîroka hevdem a Iraqê de xwedî amadehiyeke çalak e.
Ev bîranîn rawestgeheke giring e ji bo bîranîna karwanê tevgera siyasî ya kurdî û wan astengî û qurbaniyên ku dîtine, her wiha rola wê di rûbirûbûna dîktatoriyê û çespandina têgehên hevparî, pirrengî û mafên destûrî de.
Îro em li beramberî qonaxekê ne ku pêdivî bi aqilmendî û berpirsyariyeke zêdetir heye; hevpariya niştimanî, diyalog û serîlêdana bo destûrê, wek stûnên sereke yên parastina Iraqê û bihêzkirina aramiya wê dimînin. Herwiha em tekezî li ser avakirina peywendiyeke xurt a navbera Bexda û Hewlêrê dikin ku li ser bingeha bawerî û berjewendiya hevpar be."