Nûrî Malîkî 80emîn salvegera damezrandina PDKê pîroz kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî, bi helkefta 80emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyameke pîrozbahiyê ji Serok Mesûd Barzanî re şand û hêviya serkeftinê ji bo PDKê xwest.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî îro 16ê Tebaxa 2026an, di peyama xwe de wiha got: "Bi helkefta 16ê Tebaxê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî û hemû alîgirên PDKê dikim. Em di vê rojê de dîroka dûr û dirêj a xebat û berxwedana PDKê ya li dijî rêjîma dîktator û wan qurbaniyên mezin ên ku ji bo parastina mafên gelê Kurd dane, bi bîr tînin."

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa her wiha behsa têkoşîna hemû pêkhateyên Iraqê kir û diyar kir ku qurbaniyên gelê Iraqê yên li dijî dîktatoriyê, bûne bingeha avakirina Iraqeke demokratîk û federal. Malîkî destnîşan kir ku divê ev Iraq maf û rûmeta hemû pêkhateyan biparêze.

Derbarê pêşeroja siyasî ya welat de, Nûrî Malîkî tekezî li ser giringiya hevtêgihiştinê kir û got: "Divê bîranîna van rawestgehên dîrokî, bibe handerek ji bo berdewambûna li ser çespandina hevpariya nîştimanî û bihêzkirina yekrêziya Iraqê. Armanca me avakirina dewleteke saziyî ye ku dadperwerî û wekheviyê peyda bike û mafên hemû Iraqiyan biparêze."