Iraq: Êrîşkirina li ser Herêma Kurdistanê dibe sedema lengkirina bizavên aştiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê êrîşa li ser Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand ku karên bi vî rengî dibin sedema peydabûna astengan li ber bizavên aştiyê.
Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê îro Sêşemê, 18ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de armanckirina Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi tundî şermezar kir û hişyarî li ser encamên ewlehiyê yên vê êrîşê bo ser tevahiya Iraqê da.
Şêwirmendiya navborî ragihand ku amancgirtina Herêma Kurdistanê û êrîşkirina ser saziyên fermî dibe sedema lengkirina bizavên aştiyê, her wiha Iraqê rûbirûyî arêşeyên ewlehiyê yên dijwar dike.
Di wê daxuyaniyê de hat xuyakirin: "Di demekê de ku em vî karê neberpirsiyarane şermezar dikin, em careke din tekezê li ser redkirina her êrîşekê dikin, ku ji aliyê her aliyekê ve bê kirin û welat û gelê me rûbirûyî qonaxeke xeter a guhertina rewşê bike, ku encamên wê nexwestî bin."
Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî tekez jî kir ku rê bi kar û kiryarên bi vî rengî nayê dan ku welat vegerînin qonaxên dijwar ên berê yên ku gel jê hatiye derbazkirin.