'Bajarê Evînê' 100 salî ye: Qamişlo sedsaliya xwe pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 20ê Tîrmehê, sedsal bi ser damezrandina bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin. Bi vê boneyê li bajêr ahengeke mezin tê lidarxistin û kesayetên ku keda wan di avakirina bajêr û geşepêdana wê de heye tên xelatkirin.

Bajarê Qamişlo ku wekî "Bajarê Evînê" tê naskirin, di sala 1926an de dema ku Fransiyan li wir baregeheke leşkerî ava kirin, bingeha wî hat danîn. Qamişlo 85 kîlometre ji navenda bajarê Hesekê dûr e û li ser sînorê Bakurê Kurdistanê, beramberî bajarê Nisêbînê yê Mêrdînê ye.

Mozaîka pêkhateyan û navenda çandê

Qamişlo ji roja avabûna xwe ve wekî mozaîkeke rengîn a gelan hatiye naskirin. Li vî bajarî Kurd, Ereb, Ermen, Siryan û Aşûrî bi sedsalan e bi hev re dijîn. Her wiha Qamişlo her tim bûye navenda tevgera siyasî, rewşenbîrî û hunerî ya Kurdî li Sûriyeyê.

Konê Reş: Qamişlo 'Parîsa Biçûk' û 'Kalîforniya Rojhilat' e

Nivîskar û lêkolînerê naskirî Konê Reş, ku gelek pirtûk li ser dîroka Qamişlo nivîsandine, ji Kurdistan24ê re behsa hest û dîtinên xwe yên derbarê sedsaliya bajêr de kir.

Konê Reş bal kişand ser guhertinên di nav sedsalê de û got: "Qamişlo mozaîkeke ciwan a gelan e. Ew bajarê evînê ye, Parîsa biçûk û Kalîforniya Rojhilat e. Lê mixabin, piştî 100 salî ez hest dikim ku Qamişlo hinekî pîr bûye. Bi taybetî piştî ku gelek malbatên Ermenî û Siryanî ji bajêr koç kirin û çûn Ewropa û welatên din. Qamişlo ji wî kirasê xwe yê berê derketiye. Ez bi hêvî me ku xelkê wê vegerin û wê geşbûna berê dîsa nû bikin."

Ahenga sedsalî û xelatkirin

Bi helkefta sedsaliya bajêr, îro saet 19:00an de li Parka Azadî ya Qamişlo ahengeke hunerî ji aliyê Şaredariya Qamişlo ve tê lidarxistin. Di ahengê de hejmarek hunermend beşdar dibin û bernameyên hunerî pêşkêş dikin.

Di çarçoveya çalakiyan de, dê hejmarek kesayetên ji hemû pêkhateyên bajêr ku di nava 100 salî de ji bo avakirin, pêşketin û geşkirina Qamişlo ked dane, werin xelatkirin. Nivîskar Konê Reş jî yek ji wan kesan e ku ji ber xebatên xwe yên li ser dîroka bajêr dê were xelatkirin.

Xelkê Qamişlo di sedsaliya bajarê xwe de bi hêvî ne ku bajarê wan di paşerojê de ne pîrbûnê, lê geşbûn û aramiya berê ji nû ve bibîne.