Li Kela Helebê festîvala çandî: Çand û kelepûra Kurdî tê nîşandan

Amadekariyên Koşeya Kurdî
Amadekariyên Koşeya Kurdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Çandê ya Helebê bernameya xula duyemîn a festîvala "Şevên Çandî yên Helebê" ragihand. Di festîvala ku dê li Kela Helebê ya dîrokî were lidarxistin de, folklora Kurdî û tê pêşandan.

Rêveberiya Çandê ya Helebê aşkere kir, festîval dê di rojên 20 û 21ê Tebaxa 2026an de li hundirê Kela Helebê pêk were. Festîval gelek çalakiyên hunerî, şanoyî, mîrasî û muzîkê li xwe digire ku nûnerayetiya hemû pêkhate û herêmên parêzgeha Helebê dikin.

Li gorî bernameya festîvalê, roja duyem (În, 21ê Tebaxê) dê bibe rojeke taybet ji bo huner û folklora Kurdî. Piştî nîşandanên komên keşaf ên Ermenî, dê bernameyeke berfireh a "Folklora Kurdî" were pêşkêşkirin. Ev beş wekî nîşaneya dewlemendiya çanda Kurdî di nav mozaîka Helebê de tê nirxandin.

Yek ji beşên herî girîng ên festîvalê, beşê "Koşeyên Çandî yên Herêmên Helebê" ye. Di vê beşê de, "Koşeya Kurdî" wekî stûneke sereke ya mîrasê herêmê cih digire. Di vê koşeyê de dê amûrên mîrasî, cil û bergên resen ên kurdî û berhemên hunerî yên vê herêmên kurdî werin nîşandan.

 Xula yekem a festîvala "Şevên Çandî yên Helebê" di Îlona 2025an de li "Mala Receb Paşa" ya dîrokî hatibû lidarxistin. Rêveberiya Çandê armanc dike ku bi van çalakiyan, canê hunerî û çandî li bajarê Helebê vegerîne û pêkvejiyana çandên cuda bide nîşandan.

Amadekariyên Koşeya Kurdî
Amadekariyên Koşeya Kurdî
Amadekariyên Koşeya Kurdî