Pişka budceya Herêma Kurdistanê bo projeqanûna budceya 2027ê bo Bexdayê hat şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku proseya amadekirina pişka budceya Herêma Kurdistanê bo projeqanûna budceya federalî ya sala 2027ê bi dawî hatiye û proje bi kaxez û serhêl (onlayn) bo Wezareta Darayî ya Federal li Bexdayê hatiye şandin.

Wezareta Darayî û Aborî ya ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî Pêncşemê, 20ê Tebaxa 2026ê, di ragihandinekê de belav kir ku piştî zêdetirî mehekê ji danûstandinên dirêj û nirxandina tevalî bo xerciyan, dahata giştî û mîlakatên giştî yên hkûmetê, Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wan amadekirina pişka Herêma Kurdistanê bo pirojeqanûna budceya federalî ya sala 2027ê bi rengekê fermî ragihand.

Li gorî ragihandina Wezareta Darayî, di wê projeyê de hemî mafên darayî, daxwazên destûrî û pêdivîtiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hûrî hatine cîgirkirin, ji wan jî:

- Dabînkirina tevahiya mûçeyên fermanberan, xanenişînên sivîl û yên leşkerî, kêmendamên sengeran, girtiyên siyasî û malbatên şehîdan.

- Dabînkirina mûçeyan bo malbatên kêmderamet û hevtakirina mûçeyên xwedan pêdivîtiyên taybet ligel Bexdayê.

- Dabînkirina xerciyên dermanan û pêdivîtiyên tenduristiyê.

- Cîgirkirina mafê bilindkirina pileyên fermanberên Herêma Kurdistanê, ku ev çend sal in ji ber krîza darayî hatibû rawestandina.

- Hevtakirina mûçe û mafên darayî yên Pêşmergeyan.

- Hevtakirina mûçeyên xanenişînên Herêma Kurdistanê ligel yên Iraqê û wergirtina hemî mafên wan ên berê.

- Çareserkirina bingehîn bo pirsgirêka wan fermanber û mûçexorên ku di sîstema UPNê de nehatine tomarkirina an jî arêşe hene.

- Dabînkirina budceya veberhênanê bo projeyên xizmetkariyê.

- Herdemîkirina fermanberên girêbestê li Herêma Kurdistanê.

- Damezrandina sê derçpyên yekê yên zanîngehan, xwedan bawernameyên bilind, bijîşkên giştî û didan û dermansaz û hevkarên tenduristiyê.

Wezareta Darayî tekez kir ku ev amadekariya hûr dê bibe bingeheke xurt bo çareserkirina bingehîn a pirsgirêkên darayî û bidawîanîna li astengiyan di rêya mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de. 

Wezareta navborî hêvî jî xwest ku aliyên peywendîdar ên hikûmeta federalî bi eynî canê berpirsyarîtiyê û parastina mafên destûrî serederiyê ligel pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de bikin.

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li hemî nûner û fraksiyonên Kurdistanî yên di Encûmena Nûneran a Iraqê de kir ku bi yekdestî û yekhelwestî berevaniyê ji van pişkan bikin, da ku di rûniştinên parlamentoyê de di qanûna budceyê de bên cîgirkirin û pişka welatiyan Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem bê misogerkirin.