Washington derbasbûna 15 milyon bermîl petrol di Tengava Hurmuzê re misoger dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên bejayî û deryayî yên Amerîkayê di dabînkirina ewlehiya derbasbûna zêdetirî 15 mîlyon bermîl petrol de li Tengava Hurmizê roleke sereke lîstin. Hat ragihandin ku birê giştî ya petrola ji herêmê derdikeve rojane nêzîkî 20 milyon bermîlan e.
Li gorî raporên medyayê, roja sêşema borî (18ê Tebaxa 2026an), artêş û hêzên deryayî yên Amerîkayê ji bo parastina geştiyariya deryayî û ewlehiya derbasbûna petrol û berhemên petrolê li Tengava Hurmizê operasyoneke berfireh encam dan. Di vê rojê de ewlehiya derbasbûna 15 milyon bermîl petrol hat dabînkirin.
Berpirsê warê enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright derbarê vê mijarê de ragihand, bi saya hewildanên hevbeş ên ji bo parastina asayîşa deryayî, di hefteya borî de rêjeya navîn a petrola ku di ser Tengava Hurmizê re derbas bûye, rojane gihîştiye 9 mîlyon bermîlan.
Wî berpirsê Amerîkî bal kişand ser binesaziya nûjen a herêmê û aşkere kir, heke petrola ku di ser xetên boriyan û stasyonên nûjenkirî yên hinardekirinê re tê şandin jî were hesabkirin, birê giştî yê petrola ku ji herêmê diçe derve rojane nêzîkî 20 mîlyon bermîlan e.