Dadgeha Kerkûkê îro bo dosyeya Nûnerê Cotkarên Sergeranê dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Kerkûkê bo carên 29 û 30ê rûniştina girêdayî dosyeya Nûnerê Cotkarên Sergeranê Mihemed Emîn bi rê ve dibe. Ev jî di demekê de ye ku gilînameyên wî yên li dijî artêşa Iraqê hatine paşguhxistin û ew bi xwe jî rastî zextên zêde hatiye daku destan ji mafên xwe berde.
Rûniştina dadgehê bo dosyeya Nûnerê Cotkarên Kurd li Nahiyeya Sergeranê Mihemed Emîn îro Yekşemê, 23ê Tebaxa 2026ê, li bajêrê Kerkûkê bi rê ve diçe. Mihemed Emîn, ku bi sedema berevanîkirina ji zeviyên xwe yên çandiniyê bûye sembola xweragiriyê, îro bo cara 29 û 30ê li beranberî dadwer de amade dibe.
Mihemed Emîn di destpêka bûyerê de du gilînameyên qanûnî li dijî fermandarê operasyonan û leşkerekî bi navê "Kerar" tomar kirin, lê dadgehê gilînameyên wî cemidandin. Li beranberî wê yekê jî, fermandarê leşkerî û leşker du gilîname li dijî wî cotkarî tomar kirine û heta niha ew cotkar 28 caran bangî dadgehê hatiye kirin, bêyî ku aliyê tometbar carekê li beranber dadgehê amade bibe, ku ev jî bûye sedem ku dadwer rûniştinan paş bixe.
Ew bûyer vedigere roja 17ê Sibata 2025ê, gava ku li gundê Şenaxeyê Mihemed Emîn li ser traktora xwe mijûlî karê çandiniyê bû. Di wê demê de, hêzeke artêşa Iraqê rê li wî girt û leşkerekî bi awayekî kirêt ew bi stûbenda wî kişand û sivakatî bi wî kir.
Ev dîmena bibandor di wê demê de ji aliyê tîma Kurdistan24ê ve hatibû tomarkirin. Belavbûna wê vîdeoyê li ser şaşeya Kurdistan24ê dengvedaneke mezin a navxweyî û navdewletî li pey xwe anî û bû belgeyeke qanûnî ya bihêz bo îsbatkirina wê zilma ku li cotkarên Kurd li deverên veqetandî tê kirin.
Mihemed Emîn tekez jî dike ku herçend zext lê tên kirin ku gilînameya xwe vekişîne, lê ew pişta xwe bi wê belgenameya vîdeoyî ya Kurdistan24ê girê dide û li benda dadperweriyê ye.