Dadgeha Bexdayê di berjewendiya Korek Telecomê de biryarek derxist
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Resafeyê li Bexdayê biryareke dadwerî bo rawestandina biryarên Desteya Ragihandinê ya Iraqê yên li dijî kompaniya Korek Telecomê derxist.
Xwediyê kompaniya Korek Telecomê Sîrwan Barzanî îro Yekşemê, 23ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand ku biryarên berê yên Serokê Desteya Ragihandinê ya Iraqê yên li dijî Korek Telecomê bêbingeh û neqanûnî bûn.
Sîrwan Barzanî diyar jî kir ku Dadgeha Resafeyê li bajarê Bexdayê îro fermaneke demkî ya dadwerî (Emrê Welaî) derxistiye, bo rawestandina bicihanîna hemî wan biryarên nedadperwerane yên ku li dijî kompaniya navborî hatibûn derxistin.
Xwediyê kompaniya Korek Telecomê tekez jî kir ku ev pêngava Dadgeha Resafeyê bertekek e li beramberî wê zilmê ya ku li wan hatibû kirin, û destnîşan jî kir ku wan her dem bawerî bi dadperwerî û rêkarên qanûnî hebûye.
Desteya Ragihandinê ya Iraqê di dema borî de ragihandibû ku Korek Telecom nêzîkî milyarek û 500 milyon dolaran deyndarê dewletê ye; ji ber wê yekê di çend rojên borî de bi hevahengiya Dezgeha Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê, nivîsîngeha sereke ya kompaniya navborî li devera Cadiriyeyê û sê navendên din ên frotinê li Bexdayê girtibûn. Her wiha gefa rawestandina bi temamî ya xizmetên Korek Telecomê û desteserkirina mal û milkên wê xwaribû.
Li beranberî wê yekê jî, kompaniya Korek Telecomê ew pêngav neqanûnî û siyasiyî bi nav kiribûn, bi taybetî piştî ku di sala 2025ê de lihevkirinek bo çareserkirina arêşeyan û dana destûriya nifşê çarê hatibû îmzakirin, lê wê desteyê ew lihevkirin hilweşandibû.