Samî Celal: Em bi Bexdayê re li ser yekxistina rêkarên gumrikê gihîştin rêkeftinê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Samî Celal ragihand, Hewlêr û Bexda li ser rêkxistina dergehên sînorî û gumrikê gihîştine rêkeftinekê ku ji sê xalên serekî pêk tê.

Sami Celal aşkere kir ku her du alî li ser van xalan gihîştine hevtêgihiştinê:

- Dergehên Sînorî: Dê komîteyeke hevbeş dergehan kontrol bike; yên guncan dê bibin navdewletî û yên ne pêwîst jî dê werin girtin.

- Yekxistina Gumrikê: Dê lîborîna gumrikê li seranserê Iraqê bibe yek. Bazirgan dê tenê carekê gumrikê bidin û dikarin berhemên xwe li her derê bifroşin.

- Dabeşkirina Dahatê: Guftugo li ser parvekirina "50 bi 50" ya dahatê gumrikê berdewam in û nêzîkî encamê ne.

Şêwirmendê Wezareta Navxwe bal kişand ku tê pêşbînîkirin ev proje vê hefteyê yan heftiya bê ji aliyê Encûmena Wezîran a Iraqê ve were pesendkirin. 

Bi vê rêkeftinê re, tê çaverêkirin ku hemû xalên pişkinînê yên di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Iraqê de bi yek şêweyî serederiyê bikin, ku ev yek dê bandoreke rasterast û erênî li ser bihayê kelûpelan di bazaran de bike.