Sîrwan Barzanî: Em aboneyên xwe li ser berdewamiya karkirina Korekê dilniya dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwediyê Kompanyaya Korek Telecomê Sîrwan Barzanî ragihand, ew rênima û zextên ku ji aliyê Desteya Peywendiyan a Iraqê ve li ser wan tên meşandin, ne ji ber kêşeyên darayî lê bi temamî "siyasî" ne. Sîrwan Barzanî her wiha mizgînî da aboneyên xwe ku li gorî biryara dawî ya dadgehê, divê navendên Korekê li seranserê Iraqê werin vekirin.

Sirwan Barzanî îro 23ê Tebaxa 2026an di dema beşdarbûna bultena nûçeyan d Kurdistan24ê de, bal kişand ser rewşa aloz a peywendiyan li Iraqê û biryarên li dijî kompanyaya Korekê.

Sîrwan Barzanî biryarên Desteya Peywendiyan a Iraqê wekî "zilmeke aşkere" bi nav kir û got: "Li ti derê cîhanê nehatiye dîtin ku kompanyayeke peywendiyan ku milyonan aboneyên wê hene were girtin. Ev nayê qebûlkirin. Kêşeya me ne darayî ye, berovajî wê, dewleta Iraqê bi xwe deyndarê me ye."

Xwediyê Kompanyaya Korek Telecomê destnîşan kir jî, tevî ku desthilatên bilind ên yasayî yên Iraqê biryarên di berjewendiya Korekê de dane, lê ev biryar ji ber zextên siyasî nayên cîbicîkirin. Sîrwan Barzanî got ku ew serî li ber van daxwazên neyasayî natewînin.

Sirwan Barzanî derbarê zirarên gihîştine kompanyayê û bikarhêneran de aşkere kir, beriya biryarên Bexdayê hejmara aboneyên Korekê zêdetirî 7 milyon kes bûn, lê niha ev hejmar daketiye 3.5 mîlyonan ku 85% ji wan li Herêma Kurdistanê ne. Herwiha destnîşan kir jî, dema li Bexdayê destûra karkirinê hebû, wan di kêmtirî salekê de tenê li paytextê zêdetirî milyonek abone bidest xistibûn."

Sirwan Barzanî rexne li helwesta Desteya Peywendiyan girt û got: "Li dinyayê kompanyayek bi du kodan nîne, lê li Iraqê heye. Heta rêveberên giştî yên desteyê bi aşkere reklaman ji bo kompanyayên din dikin." Herwiha anî ziman ku di kabîneya berê ya Sûdanî de komîteyek hatibû avakirin û encam her di berjewendiya Korekê de derketibû.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, xwediyê Korek Telecomê spasiya fraksiyona PDKê ya di Parlamena Iraqê de kir ku li dijî van biryarên neheq dengê xwe bilind kirine.

Sîrwan Barzanî peyameke dilniyaniyê da aboneyan û got: "Korek tekane kompanya ye li Iraq û Herêma Kurdistanê ku li ser asta navdewletî baweriya wê heye. Em bikarhênerên xwe piştrast dikin ku em ê di karê xwe de berdewam bin. Ti kes nikare mafê peywendiyê ji milyonan kesan bistîne û kompanyayê dabeş bike."