DEM Partî: Ew deqên ku bi navê Ocalan hatine belavkirin destkarî li wan hatine kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), derbarê hinek nivîs û "notên hevdîtinê" yên ku li ser medyaya civakî bi navê Abdullah Ocalan tên belavkirin, hişyariyeke girîng da û ragihand, ev hewldan bi armanca "sabotajkirinê" tên kirin.
Şandeya Îmraliyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, di van rojên dawî de hinek nivîsên bi navê "notên hevdîtinê" (girtek) li ser medyaya civakî belav bûne ku çavkanî û bingeha wan ne zelal e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di van notên belavbûyî de hinek îfade tên zêdekirin an jî hinek beş tên jêbirin. Şandeyê wiha got: "Di van nivîsan de bi zanebûn hinek gotinên derbarê kesan de tên zêdekirin. Armanca van îdiayan ew e ku raya giştî bixapînin û pêvajoya ku gihîştiye asteke girîng proveke û sabotaj bikin."
Şandeya DEM Partiyê ev nêzîkatî wekî çalakiyeke xeternak pênase kir û tekez kir ku ev celeb provokasyonên li dijî Birêz Ocalan û hewldanên siyasî bi ti awayî nayên qebûlkirin.
Şandeyê bang li gel û raya giştî kir ku tenê guh bidin çavkaniyên fermî û wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir: "Em careke din dixwazin bibêjin; tenê divê ew belge, not û agahiyên ku ji aliyê Şandeya Îmraliyê, malbat an jî parêzerên Birêz Ocalan ve bi bingehek fermî tên parvekirin, bên bawerkirin. Ji derveyî van, tu agahiyên din ne rast in."