Li Rojavayê Kurdistanê qeyrana sotemeniyê kûr dibe
Qamişlo (K24) – Li bajarên Rojavayê Kurdistanê, nexasim li Qamişlo û Hesekê, qeyrana sotemeniyê roj bi roj girantir dibe. Kêmbûna benzînê û bilindbûna bihayê wê, ne tenê şofêr lê belê bandoreke neyînî ya kûr li jiyana rojane ya hemû welatiyan kiriye.
Ev demeke dirêj e ku şofêrên teksiyan û wesayîtên barkêş li ber benzînxaneyan di dorên dûredûr de disekinin. Şofêr gileyan dikin ku ti kes guh nade dengê wan û daxwaz dikin ku sîstema dabeşkirina bi kartê vegere, da ku rê li ber bazara reş û firotina qaçax were girtin.
Karker Idrîs Hesen, ku ji bo peydakirina benzînê bi saetan li ber benzînxaneyê li bendê maye, derbarê rewşê de dibêje: "Ez ji saet heftê sibehê ve hatime vir, niha saet bûye yanzdeh û nîv û hîn dora min nehatiye. Roja min bi temamî winda bû û ez nikarim kar bikim. Buhayê benzînê gelekî giran e û ev yek bandoreke rasterast li ser xelkê feqîr dike."
Li Qamişlo, benzîna erzan tenê sê-çar rojan carekê li benzînxaneyan tê dabeşkirin. Ev yek dibe sedem ku bi sedan wesayît li ser rêyan bisekinin û trafîkê asteng bikin.
Xwediyê teksiyê Mizgîn Reşo jî balê dikşîne ser giranbûna lêçûna veguhastinê û dibêje: "Niha ji bo seferekî teksiyê em neçar in 50 hezar lîreyên Sûriyê bistînin, lê ev ji bo welatiyan gelek e. Em di navbera mirin û mayînê de ne. Em daxwaz dikin ku benzîn bi kartê were dabeşkirin, da ku hinek kes li ser hesabê me bazirganiyê nekin û benzînê bi qaçaxî nifiroşin."
Tevî ku hikûmeta Sûriyê dibêje ku qeyrana sotemeniyê li seranserê cîhanê heye, lê li gorî mûçeyên karker û karmendan, bihayê sotemeniyê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di asta herî bilind de ye. Her wiha benzînxane tenê "Lîreyên Sûriyê yên Nû" qebûl dikin, ku ev jî barekî din e li ser milê welatiyan.
Ev qeyran bûye sedem ku gelek şofêr wesayîtên xwe li malê bihêlin û bêkar bimînin. Welatî hişyariyê didin ku eger çareseriyeke bingehîn neyê dîtin, dê lêçûna jiyanê û veguhastinê hîn bêtir giran bibe.