Nêçîrvan Barzanî: Derxistina Sûriyeyê ji lîsta terorê pêngaveke giring e

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li biryara Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê dike, bo derxistina navê Sûriyeyê ji lîsteya wan welatên ku piştgiriyê li terorê dikin, herwesa tekez li ser wê yekê tê kirin ku ev pêngav derfeteke nû ye bo bihêzkirina peywendiyên Sûriyeyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê, 25ê Tebaxa 2026ê, di peyamekê de pêşwazî li biryara îdareya Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê bo derxistina navê Komara Erebî ya Sûriyeyê ji lîsteya welatên piştgirên terorê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de amaje kir: "Ev biryar pêngaveke giring e bo piştgirîkirina li vejîn, tenahî û jiyarxweşiya Sûriyeyê, her wiha rêyê bo bihêzkirina vegera wî welatî bo lîstina rola xwe ya xwezayî li deverê û cîhanê xweş dike."

Di pareke din a peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye: "Em bi hîvî ne ku ev pêngava erênî bibe sedema avakirina paşerojeke aram, ku tê de mafê tevahiya pêkhateyên cuda cuda yên Sûriyeyê bê parastin."

Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê jî kiriye ku ev biryara Amerîkayê asoyeke berfirehtir vedike, bo pêşxistina peywendiyên Sûriyeyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, bi armanca berfirehkirina asta hevkarîkirinê di warên cuda cuda de, bi rengekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên deverê bike.