Nûnerê MSDê: Bi biryara bidawîanîna erkê HSDê re, qonaxeke nû ya dezgehî dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Almanyayê Rizgar Qasim ragihand, piştî biryara bidawîanîna erkê HSDê qonaxeke nû ya siyasî û dezgehî li Sûriyê dest pê dike. Qasim aşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyên navbera Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyê Ehmed Şera de roleke giring a navbeynkariyê lîstiye.
Nûnerê MSDê Rizgar Qasim di hevpeyvînekê ligel Kurdistan24ê de, hûrguliyên biryara dawî ya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û bandora wê ya li ser paşeroja Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê şirove kirin. Qasim destnîşan kir, bi vê biryarê re qonaxa şer bi dawî bûye û qonaxeke dezgehî ya li ser bingeha hevpariya hemû pêkhateyan dest pê kiriye.
Rizgar Qasim bal kişand ser faktorên herêmî û navneteweyî yên li pişt vê biryarê û got: "Ev biryareke navxweyî ye lê bandora herêmî û navdewletî lê heye. Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û hevdîtinên ligel Abdullah Ocalan, bandor li ser vê pêngavê kir. Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roleke sereke di navbera Serokê Sûriyê Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de lîst. Di heman demê de Amerîka û Fransa jî wekî garantor cih girtin."
Qasim aşkere kir, berî bidawîanîna erkê HSDê wekî hêzeke serbixwe, hinek amadekarî hatine kirin: "Di çarçoveya artêşa Sûriyê de çend lîwa hatin avakirin, da ku di qonaxa nû de parastina deverên Kurdî bikin. Bi vî rengî pirsa parastinê derbasî qonaxeke nû ya fermî û dezgehî dibe."
Derbarê rewşa Meclîsa Sûriyaya Demokratîk (MSD) de, Qasim tekez kir ku biryara hilweşandinê, MSDê li xwe nagire. Wî got ku MSD wekî saziyeke siyasî karê xwe berdewam dike û di demeke nêz de dê kongreya xwe lidar bixe.
Her çiqas pêngaveke nû hatibe avêtin jî, Rizgar Qasim di mijara paşerojê de bi hişyarî axivî: "Ez ne gelekî geşbîn im, ji ber ku dê gelek astengî hebin. Heta ku mafên gelê Kurd di destûrê de neyên çespandin, û heta ku peyva 'Erebî' di navê Komara Sûriyê û artêşê de hebe, em hêviyeke mezin nabînin."
Di dawiyê de Qasim anî ziman ku Mezlûm Ebdî bi vê biryarê pirsa Kurd xistiye qonaxeke nû, lê çareseriya bingehîn bi misogeriya destûrî ve girêdayî ye.