Li Swêdê Festîvala Çandî ya Kurdî tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li paytexta Swêdê, Stockholmê, bi beşdariya 10 hunermendên navdar ên Kurd, festîvaleke çand û hunera Kurdî tê lidarxistin. Di festîvalê de ligel muzîkê, girîngiyeke mezin didin nasandina xwarinên resen ên Kurdistanê.

Biryar e roja 29ê Tebaxa 2026an, festîvala çandî ya Kurdî li Stockholmê dest pê bike. Hunermendê naskirî Hemîd Osman derbarê hûrguliyên festîvalê de ji Kurdistan24ê re axivî û diyar kir, amadekariyên mezin hatine kirin.

Hemîd Osman destnîşan kir, festîval dê bi kelecaneke neteweyî dest pê bike û got: "Em ê wekî hemû hunermendên beşdar, bi hev re sirûda neteweyî 'Ey Reqîb' bixwînin. Ev yek ji bo nîşandana rêza me ya li hemberî dîrok û nasnameya me ye. Piştre em ê bi stran û awazên resen festîvalê mîna tabloyeke rengîn bixemilînin."

Di festîvalê de, nasandina xwarinên Kurdî cîhekî sereke digire. Gelek şêf û xwedanxwaringehên Kurdî li Swêdê beşdar in û dê xwarinên mîna şîranî, xwarinên germ û tamên cuda yên Kurdistanê pêşkêşî mêvanan bikin. Ev beş derfetê dide mêvanan ku hem tamên Kurdî û hem jî yên Rojavayî bi hev re biceribînin.

Her çiqas festîval bi navê Kurdan tê lidarxistin jî, deriyên wê ji bo hemû pêkhateyan vekirî ne. Hemîd Osman bal kişand ser vê yekê û got: "Mirovên ji her neteweyî; Swêdî, Afxanî, Îranî, Pakistanî, Somalî, Ereb, Tirk û gelekên din beşdar dibin. Ev amadebûna berfireh dibe sedem ku biyanî bi nêz ve bi çand, resenatî û mêvanperweriya Kurdan re bibin nas."

Di vê festîvala mezin de ev hunermendên navdar cih digirin: Saman Piano, Hemîd Osman, Eyad Husên, Rawand Azad, Hunar Mihemed, Nejmedîn Xulamî, Lazo DJ, Feryad, Xêro Mela û Kawe Hedad.

Hemîd Osman di dawiyê de kêfxweşiya xwe anî ziman û tekez kir ku ew amade ye li her devera cîhanê bi hunera xwe xizmeta gelê Kurd û çanda Kurdî bike.