DEM Partî ji bo serxistina pêvajoya aştiyê mîtîngekê lidar dixe

Navenda Nûçeyan (K24) –DEM Partî yekemîn civîna cemawerî ya mezin li ser proseya aştiyê û yasaya çekdanîna PKKê li Bakurê Kurdistanê lidar dixe. 

Medyayên nêzîkî Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ragihandin, îro şemî, 29ê Tebaxa 2026an, li navçeya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bi serperştiya Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û bi beşdariya endamên baroya bajar, civîneke cemawerî li ser mekanîzmaya birêveçûna proseya aştiyê tê lidarxistin. 

Di civînê de, Tuncer Bakirhan li ser dawî geşedanên girêdayî proseya aştiyê û cîbicîkirina yasaya çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) agahiyan dide welatiyan. 

Ev dibe yekemîn civîna cemawerî ya DEM Partiyê ji bo axaftina li ser proseya aştiyê. 

Ev di demekê de ye ku şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê di dawîn daxuyaniya xwe de, ew name û nivîsên ku bi navê Ebdullah Ocalan û wekî naveroka hevdîtina şanda Îmraliyê bi wî re ji aliyê medyayên Tirkiyeyê ve hatibûn belavkirin, red kirin. 

Şandê ragihand ku prose derbasî qonaxeke hestiyar bûye, ji ber wê jî hin aliyên xêrnexwaz hewla xirabkirina wê didin. 

Pêştir jî PKKê hişyarî dabû ser hewldanên navxweyî yên ji bo xirabkirina proseyê, di heman demê de daxwaz kiribû ku hemû alî bi piştevankirina proseyê, rê li ber wan hewldanan bigirin.