Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Necîbe Şêx Es'ed Neqşebendî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo koça dawî ya Necîbe Şêx Es'ed Neqşebendî, hevjîna şehîd Mehdî Xoşnaw, sersaxî li malbata wê kir û xwe bi hevbeşê xema wan zanî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Tebaxa 2026an, di peyamekê de ji bo koça dawî ya Necîbe Şêx Es'ed Neqşebendî, hevjîna şehîd Mehdî Xoşnaw, sersaxî û hevsoziya xwe geştekî kesûkar û malbata xwedêjêrazî re ragihand.
Di peyama Mesrûr Barzanî de hat: "Ez bi koça dawî ya Necîbe Şêx Es'ed Neqşebendî xemgîn im û xwe bi hevbeşê xema malbata wan a birêz dizanim."
Her wiha dibêje: "Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebûr û aramiyê bide malbata wê."