Serok Barzanî tekezî li ser rewatiya doz û mafên gelê Kurdistan û Filistînê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Mahir Kirkî kir û tekezî li ser rewatiya doza her du gelên Kurdistan û Filistînê û peywendiyên dîrokî yên di navbera wan de kir.
Bargeha Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, Serok Barzanî îro 29ê Tebaxa 2026an pêşwazî li Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Maher Kîrkî kir.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Filistînê ku bi helkefta bidawîhatina erkê xwe û ji bo xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû, silavên taybet ên Serokê Filistînê Mehmûd Ebas gihandin Serok Barzanî, her wiha pîrozbahî li Serok Barzanî kir ji bo wergirtina nîşana bilind a Papayê Vatîkanê û rola Serok Barzanî di kûrkirina çanda tebayî û pêkvjiyanê de bilind nirxand.
Her wiha di daxuyaniyê de hat, Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê spasî û pêzanînên xwe li hember gelê Kurdistanê anîn ziman ku her dem hevsozê êş û azarên gelê Filistînê bûn. Herwiha spasiya Hikûmeta Herêmê kir, ji bo hêsankirin û alîkarîdana diyasporaya Filistînê û bexşîna zemale û peydakirina derfeta xwendinê ji bo xwendekarên Filistînî.
Bargeha Barzanî behsa wê yekê jî kir ku di heman hevdîtinê de Serok Barzanî sipasiya Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas kir, ligel balkişandina ser peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Filistînê de, tekezî li ser rewatiya doza her du gelan û maf û daxwazên wan kir. Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyoz Dr. Mahir Kirkî di erka wî de xwest.