Bo cara yekem.. Beşa Kurdî li Pêşangeha Navdewletî ya Şamê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di nava rengên cuda yên çandên Sûriyeyê de, cara yekem e di dîroka Pêşangeha Navdewletî ya Şamê de beşeke taybet a mîrata Kurdî hat vekirin. Ev beş bi cilûberg, muzîk û hunerên xwe yên resen bala gelek serdanvan û rewşenbîran dikişîne.
Di çarçoveya çalakiyên Pêşangeha Navdewletî ya Şamê de, Beşa Kurdî bi naverokeke dîtbarî û çandî ya dewlemend cihê xwe girt. Ev beş mîrata gelêrî û hunerî ya Kurdan wekî parçeyekî resen ji tevna civaka Sûriyeyê nîşan dide.
Di beşa Kurdî de gelek berhemên girîng hatine pêşandan; ji cilûbergên gelêrî yên bi destan hatine nexşandin, heya amûrên muzîkê yên kevin, karên destan, sîrûmên sifir, belgeyên dîrokî, xalîçeyên destan û sabûna xwezayî.
Şukrî Subarî, ku yek ji amadekarên vê beşê ye, diyar kir ku ev beşdarbûn ji bo wan bûyereke awarte û dîrokî ye. Subarî got: "Ev cara yekem e ku beşa Kurdî di vê pêşangeha navdar de cih digire. Me çalakiyên xwe bi nîşandana tabloyên folklorî, muzîk û karên destan ên malê dest pê kir. Herwiha me pîşesaziyên Kurdî yên resen ên wekî cil, xalîçe û sabûnê pêşkêşî raya giştî kirin."
Endamê Koma Welat a Govendê Agîd Xelîl Serûr destnîşan kir ku armanca wan ne tenê huner e, lê belê naskirina mîrata gelêrî ye. Serûr got: "Em dixwazin ronahiyê bixin ser dab û nerîtên kevin; wek mînak ew diyariyên ku di dema zewacê de pêşkêşî bûk û zava tên kirin, kevneşopiyên xwedîkirina heywanan û çandiniyê. Herwiha amûrên muzîkê yên kevin ku dîroka me ya hunerî vedibêjin, li vir in."
Rêveberê Beşa Kurdî di ajansa SANA’yê Muaz Yaqûb serbilindiya xwe bi vê beşdarbûnê anî ziman û got: "Ez pir serbilind im ku li paytext Şamê, di pêşangeheke ku dîroka wê zêdetirî 63 salan e, cih digirim. Hebûna me di beşa Kurdî de cara yekem, îsbatkirina resenî û hebûna me ye bi riya huner û muzîkê. Ev peyameke hezkirinê ye ku nîşan dide ev pêkhate rehên xwe di vê axê de ne."
Serdanvan Zîna Bekir jî kêfxweşiya xwe bi dîtina mîrata Kurdî anî ziman û got: "Ev beş gelekî xweşik û dilfireh e. Berhemên folklorî yên li vir, bedewiya mîrata Kurdî nîşan didin û serdana me ya pêşangehê dewlemendtir dikin."
Amadekarên beşê tekez dikin ku ev pêngav ji bo xurtkirina çanda hevnasîn û hevjiyanê gelekî girîng e. Li gorî wan, nîşandana mîrata Kurdî li kêleka çandên din ên herêmî, têgeha "yekîtiya di cihêrengiyê de" xurt dike û nasnameya niştimanî ya Sûriyeyê di çarçoveyeke şaristanî ya hevbeş de hîn kûrtir dike.