Cemîl Bayik: Proseya aştiyê bêyî azadiya Ocalan dixeniqe

Cemîl Bayik
Cemîl Bayik

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Desteya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik ragihand ku "qanûna çarçoveyê" bo proseya aştiyê tenê ne bes e û divê bo danana çekan tenê neyê kurtkirin. Tekez jî kir ku bêyî azadkirina fizîkî ya Ocalan û lihevkirina li ser mafên qanûnî yên Kurdan, ew prose nagihe encamê.

Hevserokê Desteya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik îro Înî, 4ê Îlona 2026ê, ji medyayên nêzîkî PKKê re ragihand: "Me 'qanûna çarçoveyê' wekî destpêkekê dîtiye, lê kêmûkasiyên cidî tê de hene, ji ber ku bêyî amadekirina zemîneya siyasî û destûrî nayê bicihanîn.”

Cemîl Bayik herwesa got: “Danana çekan ne proseyeke yekalî ye, belkî pêdivîtiya wê bi nîqaş û danûstendinên sêalî yên di navbera dewlet, Îmralî û tevgera me de heye. Çekdanîn ji bo tevlîbûna di qada siyasî ya demokratîk de ye, ji ber wê divê rasterast pêngavên demokratîkbûnê ligel danana çekan bên bicihanîn. Berevajî wê yekê, ew prose dê bixeniqe û berpirsyarîtiya wê jî li ser milên desthilatdariyê ye."

Hevserokê KCKê bal kişand ser cih û azadiya fizîkî ya Ocalan û ron kir ku piştî biryara kongreya 12ê ya PKKê bo bidawîanîna têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê, birêvebirina wê proseyê bi Ocalan hat spartin. 

Bayik hişyarî jî da ku heta Ocalan bi awayekê azad rolê hevahengî û rêkxistinê nelîze, bawerî bi gelê Kurd û tevgera wan nayê. Herwesa wî derxistina kadroyên serkirdetiyê di qanûna çarçoveyê de jî wekî arêşeyeke bingehîn binav kir û ragihand: “Ji bo tevlîbûna di siyasetê de, divê rewşeka azad bê peydakirin da ku ezmûnên berê dubare dîsa nebin.”

Di pareka dî ya gotina xwe de, Cemîl Bayik bal kişand ser nedîtina dîrokî ya Kurdan di sîstema dadweriyê ya Tirkiyeyê de û amaje kir: "Dirûşma 'welatiyê wekhev' tenê gotarek e heta demekê ku Kurd li derveyî qanûnê hatibe hiştin. Çareseriya aştiyane demekê dest pê dike ku hebûna gelê Kurd, azadiya ziman, çand û mafê rêveberiya xwecihî di destûrê de bên bicihanîn û qanûnên dijeteror û cezayan bên sererastkirin."

Pêşhatên berê yên proseya aştiyê:

Li dawiya sala 2024ê, Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) û hevpeymanê Erdogan Devlet Bahçeli bi rengekê çaverênekirî daxwaz ji Abdullah Ocalan kir ku biçe Parlamentoya Tirkiyeyê û hilweşandina PKKê rabigihîne.

Li Destpêka sala 2025ê, Ocalan ji girtîgehê peyameka vîdyoyî belav kir û tê de daxwaza danîna çekan û bidawîanîna xebata çekdariyê ji rêkxistina PKKê kir.

Li rojên 5 heta 7ê Gulana 2025ê, kongreya 12ê ya PKKê hat lidarxistin û tê de biryara xwehilweşandina rêxistinî û bidawîanîna xebata çekdariyê hat dan.

Li roja 11ê Tîrmeha 2025ê, wekî peyameka sembolîk ji bo pejirandina peyama Ocalan, komeka 30 kesî ji gerîlayan bi serokatiya Hevseroka KCKê Besê Hozat di merasîmekê de li ber deriyê şkefta Caseneyê li sînorê Şarbajêr / Dukan - Silêmaniyê çekên xwe şewitandin û şer bidawî anî.